17 april 2021

Tirkiye li Efrînê zeviyên kurdan bi darê zorê bi wan dide firotin


Tirkiyê Efrîn dagir kir. 300 hezar kurd ji Efrînê da mahcirkirin. Bi sedan kuştin, wenda kirin.
Bi sedhezaran ereb, tirk û uygur li Efrînê di mal û gundên kurdan da bi cî kirin.
Nufûsa kurdan li Efrînê daxistin ji sedî 20-30î. Mal û milkê kurdan talan kirin.
Ev giş ne bes e, nuha jî erdên kurdan, zeviyên kurdan bi darê zorê bi wan didinfirotin.

Yanî ji bo ku Efrînê ji kurdan paqij bikin, demografiya Efrînê ji kok da biguherin, li Efînê tapûyan jî li ser navê kurdan nahêlin.
Ev jenosîd e, ji jenosîda yahûdiyan û êrmeniyan mezintir e û dinya jî lê temaşe dike.

Kurd jî li vê jenosîdê temaşe dikin. Hêzên kud, patiyên kurd, mezin û lîderên kurdan li hemberî vê jenosîda tirkan bêdeng in, tu tiştekî berbiçav û cidî nakin. Dibê kurd giş bi hev ra qiyametê rakin, ji dinyayê, ji dezgehên navnetewî, ji Neteweyên Yekbûyî alîkariyê bixwazin.

Dibê partiyên herçar perçên Kurdistanê bi hev ra dengê xwe bilind bikin.

Hêz û partiyên Kurdistana rojava gerek vê jenosîda li Efrînê bibin Neteweyên Yekbûyî, Hêzên Hevpeyman, Amerîkayê. Sistî, bêdengî malwêranîye.
Çi ji me tê dibê em bikin.
Gerek kurd, medyaya kurdî, serok û partiyên kurd li hemberî vê jenosîda tirk li Efrînê dikin bêdeng nemînin.

Di medyaya Ewrûpî da vê meselê tim aktuel bikin.

Li Ewrûpayê nivîskar, rojnamevanên kurd pir in, gerek tim qala vê wahşeta tirkan bikin, binivîsin, konferansan çê kin, dinyayê ji vê jenosîda tirk li Efrînê dikin haydar bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE