17 april 2021

Gerek îdeolojî nebe sebebê meriv ji merivê xerab hez bike

 

Prof. Dr. Mustafa Muslim

Gerek dîn, îdeolojî tu carî nebe sebebê meriv kesê pîs, xayin, kesê bûye hevalê dijmin, dostê dewleta dagirker biparêze, jê hez bike, pesnê wî bide.

Kurdê bûbe hevalê Tirkiyê, dost û dilxwazê Erdogan, dixwaze bira allame-î cîhan be, dixwaze bira hezar û yek kitêb nivîsîbin, dîsa jî meriv rahmê lê nake, di heqê wî da gotinên baş nabêje.


Kurdê îdeolojiyê di ser emelê însên ra bigre, pesnê merivê xayin, merivê hevalê dewleta tirk û dostê Erdogan bide şaşiyeke mezin dike, dîyar e kurdperwerîya wî jî ne saxlem e.

Merivê paqij ji yê pîs hez nake, Merivê kurdperwer ji yê xayin û dostê neyar û dewleta dagirker hez nake. Ew kes çiqasî zanebe, çi nivîsî be, birayê kê be jî ferq nake, zanîn, malbat sicîla kesê hevalê dijmin bû pak nake.  

Prof. Dr. Mustafa Muslim merivekî xerab bû, bûbû dost û hevalê dijmin û kes û hêzên neyarên kurdan.
Lema jî ne rast e kesên kurdperwer bi mirina wî xemgîn bibin û rahma Xwedê lêkin.

Ew merivikekî hevalbendê dijmin bû, di cepheya neyarên miletê kurd da bû, dostê dakirkerên Efrînê û Serêkaniyê bû.

Heger Prof. Mistefa Muslim merivekî kurdperwerbûya, di cepheya kurdan da bûye, ne hevalê Tirkiyê û Erdogan bûya li Tirkiyê hewqas îmkan nedidan wî. Kurdê tirkan jê hez kirin, dewletê cî û îmkan dayê bizanibin ew kurd neyarê qewmê xwe ye. Ji bo wê Erdogan neyarê Salih Mislim e, lê dostê Mistefa Mislim e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE