18 april 2021

Gazinek ji zimanê Rûdawê

Rûdaw di xeberên xwe da gotina ”ENCAM, encam da, encam dan” pir bi kar tîne.

Maneya ”encam”ê netîce, talî, dawî ye. Yanî netîceya, dawiya karekî, xebatekê ye. Encam kane baş be jî, kane xerab be jî. Yanî ne kar bi xwe ye, netîceya kar e.

Rûdaw vê navdêrê wek jokêr li her derê, di cî da, ne di cî da bi kar tîne. Mesele îro gotiye:

”HSDê li gundewarê Dêrezorê operasyonek encam da”
Sernivîsên wiha, cumleyên wiha pir bi kar tîne.

Yanî çi ?
Ji vê cumleyê tiştekî nayê fêmkirin, çimkî bi kurmancî meriv wiha nabêje.

Bikaranîna vê gotinê bi vî hayî ne li gorî sentaksa kurmancî ye, bi kurmancî meriv tu carî wiha nabêje. Ji erebî ye, ne erebî ye nizanim, lê tercumeyeke xerab e, kurmancî xera dike, dilê meriv ji kurmancî digerîne, meriv naxwaze xeberên kurmancî bixwîne. Neli gorî qalib û sentaksa kurmancî ye.

Yê ev sernivîs nivîsîye xwedêgiravî gotiye, ”HSDê li Dêrezorê dest bi operayonekê kiriye, ya jî HSDê operasyinek daye destpêkirin. Ya jî HSDê operasyonek kir.”

De îcar çi têkiliya ”encamê, encam da” û destpêkirina opereasyonê bi hev heye min fêm nekir.

Bigota operasyona HSDê encamek baş da dibû, lê bi hawê gotiye ne li gorî kurmancî ye. Heger soran bibêjin jî bi kurmancî wiha nayê gotin.

Rûdaw vê navdêr wek jokêr pir bi kar tîne. Dibêje ”operasyonek encam da, civînek encam da”, nizanim çi encam da, encam da û encam da...

Dibê meriv vê gotinê li Rûdawê qedexe bike…

Ya jî hinekên kurmanciya wan baş bibêjin bi kurmancî wiha nayê gotin, wiha, wiha tê gotin.

Ajansek, telewîzyonek, malperek dibê ziman rast bi kar bîne, li gorî îmla û sentaksa wî bi kar bîne. Nabe li gorî qalib û sentaksa(hevoksaziya)erebî, soranî û farisî bi kar bîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE