18 april 2021

Xwezî Wêranşara min jî wiha bûya

Min nuha di Youtubê da li hevpeyvîna bi Lorîn S. Dogan xanimê sêr kir. Hevpeyvîneke xweş û samîmî ye. Min jê hez kir. Baş e ku Avestayê ev sohbet bi Lorîn S. Dogan xanimê ra kiriye. Çimkî zêde nayê naskirin.

Sê kitêbên wê derketine lê ez navê wê nuh dibihîzim. Belkî jî min bihîstibû lê ji bîr kiriye. Çimkî ez tiştan êdî ji bîr dikim.

Tiştê bala min dikşîne, di van 20, 30 salên dawî da ji Mêrdînê, bi taybetî jî ji Nisêbînê, Qoserê gelek edîb derketine.

Ev guhertin, ev pêşketina pozîtîf a li Qoserê, Nisêbînê pir kêfa min tîne. Miheqeq bingehek, asasakî wê heye, bizrek hatiye reşandin.
Xwezî Wêranşar jî wiha bûya. Sebeb û bingehê vê pêşketinê çi ne hêjayî lêkolînê ye.

Helbet li hin qezayên Mêrdînê yên din jî pêşketinên baş çê bûne, Dêrik jî yek ji wan e. Lê bi qasî ez dibînim Nisêbîn û Qoser li pêş e. Belkî jî ez şaş bim…

 XXX

Wek min di twîtta xwe ya berê da jî got, di van 20-30 salên dawî da ji Nisêbînê gelek nivîskar derketine.

Gelo tu tesîreke weşanxaneya Avestayê li ser vê pêşketinê çê bûye?

Kitêbên nivîskarên nisêbînî yên pêşî gelo kîjan weşanxanê çap kiriye?

 XXX

Partiya Saadetê(SP)ya îslamiyên tirk, meriv kane bibêje ”hizbulahên tirk”, peyakî bi navê Hakan Tevfik Erdag kiriye serokê Encumena Jinan.

Her cehalet, her nemirovî ji îslamiyên tirk tê. Heger jin ji wan ra ne lazim bûna ewê qira jinan bianîna. Lê ji bo kêfa xwe, dihêlin jin wek koleyên seksê û xizmetkaran bijîn.

 XXX

Ez caranan pesnê xwe didim, dibêjim min îro filan xwarin çê kir, ya jî min ev nanê xweş lêxist.

Hin kes wer bawer dikin ez ji mitpaxê dernakevim,hemû karên malê ez dikim.

Rastî ne wiha ye heyra. We şaş fêm kiriye.

Karê ez dikim ne ji sedî 20ê karê xanimê ye. Lê ez yên wê nabêjim, tenê pesnê xwe didim û caran hinekî jî lê zêde dikim...:))

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE