15 april 2021

Çima piraniya îslamîyên me hevalên dijmin in?

Hêzên îslamî îro li her dera dinyayê hêzên herî radîkal in, li dijî dagirkeriyê ne, li dijî midaxeleyên derve ne û dixwazin werin ser hukim, ji bo wê dixebitin.
Îslamiyên filistînî serxwebûnê dixwazin, şerê Îsraîl dikin.

Îro li dinyayê tenê îslamiyên kurd hevalên dijmin û dagirkerên welatê xwe ne, ew tenê azadî û serxwebûna welatê xwe naxwazin û ji bo wê naxbetin.
Bêyî îslamîyên kurd li tu dereke din hêzên îslamî ne hevalên diminên xwe ne.

Îslamiyên kurd ji dêlî ku şerê dagirkeran bikin, bi hêzên dagirker ra ne, hin bi dizî, hin jî eşkere zilamên Tikriyê ne, hevalên Erdgogan in û ji bo bindestiya gelê xwe dixebitin. Ne îslamiyên bakur tenê, piraniya yên başûr û rojava jî wisa ne, ew jî eşkere û bi dizî bûne zilamên Tirkiyê.

XXX

Nuha jî dora Kemal Kiliçdarogluyê xorasanî ye, Erdogan dike wî jî têxe qulikê...

Ji bo ku 8 parlamenterên CHPê û 2 parlamenterên HDPê ji parlamenteriyê bixînin Erdogan fezleke şandiye meclîsa tirk ya derewîn. Navê serokê CHPê Kemal Kiliçdarogluyê tirkê xorasanî jî di nav da ye. Yanî Erdogan dixwaze Kemal Kiliçdaroglu jî têxe qulikê.

Bi baweriya ewê ewê gelkî baş be, vî heramzadeyî cezakî wiha ji zû da ye heq kiriye.

Yê ev rê li ber Erdogan vekir Kemal Kilaçdaroglu ye, wî piştgirî da fezlekeyên parlameterên HDPê. Bi rayên CHPê û destega Kemal Kilaçdaroglu parêzbendiya parlamenterên HDPê rakirin û ew xistin zindanê. Nuha jî dora wî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE