14 april 2021

Di meha remezanê da kesên rocîyê digrin yên rocîyê nagrin terorîze dikin

 



Li Midyadê ji bo ku misilmanên bi rocî êrîşî kesên bêrocî nekin, xwediyê qahwê yê suryanî ji tirsa pêş qahwa xwe çadir kiriye.

Heger xuya bike însan li qahwa wî çayê û qahwê vedixun, misilman,kesên bi rocî ewê êrîşî wan bikin.
Ev kultureke pir prîmîtîv e.

Ji bo ku hinek bi rocî ne, ne rast e kesên nebirocî bi dizî bixun û vexun, xwe li paş berdan veşêrin.

Ev zulm û teroreke dînî ye. Însanên medenî, civateke medenî, bi kultur tiştekî wiha nake.
Her kes ne misilman e.

Her kes ne mecbûr e bawermend be û rociyê bigre.

Ji bo ku hinek bi rocî ne, yên rociyê nagrin, yên baweriya wan bi tiştên wiha tuneye ne mecbûr in xwe adepteyî jiyana wan bikin. Ev zorbatî ye, bêtoleransî ye.


Hûn ji xwe ra rociyê digrin, çi ji me ra, çima emê bi dizî bixun û vexun
Kî ji çi bawer dike bi kêfa xwe ye û ji bo xwe dike. Ne rast e kesên misilman, dîndar xelkê ne misilman, ne dîndar mecbûrî vê bindestiyê bikin.

Alim û rîsipiyên misilman dibê li dijî vê zorbatiyê, vê kultura totalîter û zorba derkevin.

Heger hûn hewqasî zeîf û bêîrade ne, heger hûn nikanin bi nefsa xwe rociyê negrin.

Mafê we tuneye hûn mehekê xelkê terorîze bikin, mecbûrî jiyaneka illegal bikin.



Her sal di meha remezanê da hema hema li her bajarî eynî zorbatî tê meşandin.

Esas dibê hukûmet jî vê zorbatiyê qebûl neke, nehêle kesên rociyê digrin li yên nagrin vê zulmê bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE