14 april 2021

Aletê sûc

Di dema Osmaniyan da li yekî muxbîrî kirin, gotin wele evê han her roj araqê vedixwe û tim î serxweş e. Çûn mêrik girtin, birin ba serokê Yenîçeriyan*. Serokê Yênîçeriyan got:

Hey Xwedê nenasê Xwedê nenas! Tu çima araqê vedixwî, ma tu nizanî ku yasax e?

Mêrik got:

-Min venexwariye; bêbextiyê li min dikin.

Li ser vê, rabån devê wî  bîn kirin, bala xwe danê  bi rastî jî tu bîn mîn jî ji devê mêrik nayê.

Dû ra ew saxî kirin. Şûşeyek vala di bêrîkê da dîtin. Gotin ev şûşe îspat dike ku tu araqê vedixwî.
Mêrik got:

-Heyra şûşe vala ye, ma ewê çawa bibe delîlê ku ez araqê vedixum?

Qebûl nekirin, gotin

-Ferq nake, aletê sûc  li ser te hatiye girtin.

Mêrik got:

-Ê heger wiha be, aletê tecawizkirinê jî bi min ra heye, lê min tecawizî kesî nekiriye, wê gavê divê ew jî sûc be?

Yenîçerî: Di dema Osmanîyan da leşkerên piyade. Osmaniyan zarokên xiristiyan bi zor ji wan distenin, xwedî dikirin û dikirin hêzeke leşkerî girêdayî padîşê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE