13 april 2021

Merivê cahil him bêedeb e, him jî cesûr e

Roja îniya borî yekî bi navê ”Key Borgelo” di twîtterê da li ser pêkenîneke min hin tiştên tewşomewşo gotibûn, meriv pêkenînekê çawa dibêje mêrik şîret li min kiribû. Li gorî efendî dibê min bigota ”hebû tunebû” û dû ra pêkenîn binivîsanda.

Xwedêgiravî ez di bin tesîra tirkî da me û hin cumleyên min li gorî qalibên tirkî bûne.


Min bala xawe dayê cahilekî bi cahiliya xwe nizane. Min ev jê ra got. Min bi çend numûneyan şaşî û nezanîya wî nîşan da. Min got pêkenîn tu carî bi ”hebû tunebû” dest pê nake, xemîşokên(çîrokên) zarokan wer dest pê dikin.

Dû ra di twîtterê da mesajek şexsî ji min raşand, got li qusûra min nenêre, filan û bîvan. Li ser vê, min ew ji hvaltiya xwe dernexist.

Lê îro dîsa eynî boşboxazî dubare kir, xwedêgiravî di nivîsa min da(pêkenîna bi navê mêranî)hin şaşî hene.

Di derekê da ji dêlî ”Î”, min ”A” nivîsî bû. Ez pir aciz bûm, min got tu merivekî bêedeb û boşboxaz î û ezê nuha te bloqe bikim. Min ew bloqe kir.

Hin cahil hene ji bo ku fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bûne, ji wan wetnê ew bûne alim î cîhan, dema dibînin yekî herfek şaş nivîsîye bi pozbilindiyeke mezin tinazê xwe pê dikin. Bi uslûbeke gelkî ne xweş însanan ji kurdî sar dixin. Zewq û daxwaza nivîsînê bi xelkê ra nahêlin. Însan nuh fêr dibin, normal e hin şaşiyên rastnivîsê bikin. Lê gava hinek henekê xwe bi wan bike, qudûmşikestî dibin.

Di ser da yên van rexneyan dikin nasnameya wan jî ne eşkere ye. Meriv nizane kî ye, çi kes e?
”Key Borgelo” jî yek ji wan e. Bi navekî sexte qurretiyê dike, şîretan li min dike.

Rismê wî tuneye, kî ye, çi ye ne diyar e, lê dev davêje ji xelkê da.
Mesela navê sexte, naznavan di medyaya sosyal da problemeke mezin e. Min çend caran li ser vê meselê nivîsî. Min di medyaya sosyal da tu carî navê sexte bi kar neanî û bikaranîna navê sexte jî rast nabînim.

Di rojnameya Armancê da min çend nav bi kar anîn, lê ne ji bo ku xwe veşêrim, ji bo ku di jimarekê da bi navê  çend nivîsên min tunebin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE