26 april 2021

Min darikê xwe yê meşê nuh kir !

 



Do min darikê xwe yê meşê nuh kir, min yê kevn da alîkî û ji xwe ra yekî nuh, yekî bi pomp kirî.

Ferqa nabêna darikê min ê kevn û evê nuh, wek ferqa nabêna texsîya Muratê û Mercedesê ye.

Heta çendakî berê ez bê darik dimeşiyam. Lê ev demeke ez û xanim êdî bi darikê meşê dimeşin. Çend sal bûn darikên me li qunikekî bûn, me bi kar nedianî. Lê ev çend hefte ne em didin destê xwe û pê dimeşin.

Pispor dibêjin xwedêgiravî meşa bi darik, lê bi taybetî jî bi darikê bi pompe baştir e, laş û masûlkên meriv baştir dixe hereketê.

Min jî ji gotina pisporan bawer kir û do ji xwe ra darikekî bi pompe kirî.

Darikê minî berê ne xweş bû, wek çoyekî bû. Evê nuh him şûfa wî heye, him jî nermtir xuya dike.
Îro ezê bi darêkê xwe yê bi pompe bimeşim, ezê binêrim hela ferq çi ye?

Lê li gorî tarîfa pê ra şandine, meşa bi darikê bi pomp jî wer ne rehet e, dibê meriv bi hostayî pê bimeşe, li kêleka xwe li erdê xe, yanî ne wek meşa darikê din e. Hêvî dikim bi vê bazara xwe poşman nebim. Xanim û lawikê me yê biçûk bi min dikenin, dibêjin te pir buha kirîye, tu yê nikanibî bi kar bînî, filan û bîvan…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE