25 april 2021

Li ser peyvên QIRŞÎ û AVÎ

 


Li Wêranşarê em peyva ”avî” û ”qirşî” wek nav, navdêr bi kar tînin. Em ji jinên ji kanî û bîrê bi satilan avê dikşînin û qirşa bi pişta xwe dibin mal ra, dibêjin avî û qirşî.
Ev her du pey di kitêba ”Folklora Qrejdaxê” da jî hene. Min jî berê qala van peyvan kiribû.
Kitêba Foloklora Qrejdaxê di warê biwêj(deyîm)pirsên pêşiyan, qirwelkan û peyvan da xezîneyeke bêhempa ye, meriv çiqasî pesnê wê bide jî hindik e.

Tiştên pir orjînal, tiştên li dereke din tunene di vê kitêbê da hene. Kitêbên pirsên/gotinên pêşiyan piraniya wan dubare û kopyayên hev in. Di her yekê da çend tiştên nuh hene, ji sedî 90 jî kopyeyên hinekên din in. Lê Folklora Qerejdaxê îstîsna ye, herî kêm ji sedî 90ê naveroka wê li tu dereke din tuneye.

Dema min qedand ez dixwazim tiştekî li ser binivîsim. Berê jî min du sê caran qala wê kir, lê pir kin bûn, dibê meriv baş li ser naveroka wê raweste.

Ez werim ser mijara xwe, ”qirşî” û ”avî”.
Wek min got, li Wêranşarê em “qirşî” û “avî” wek navdêr, wek du peyvên karekî bi kar tînin.

Jinên ji kanîyê, ji bîrê avê tînin, em ji wan ra dibêjin “avî”. Çend numûne:

-Avîyên me dereng man, gelo tiştek hat sere wan?
-Ez îro avî me, dibê rabim herim ser kanîyê.
-Kanîya me dûrî gund e, avî feqîran diwestin.
Yanî jinên ji kanî û bîrê avê tînin, em jê ra dibêjin filan kesê avî ye.
Qirşî jî bi eynî hawî ye.
Jina pûş, pelaş, qirşa bi pişta xwe dikşîne, em jê ra dibêjin filan kesê îro qirşî ye.
-Jinên gund îro giş qişî ne.
-Qirşiyên me dereng man.
-Barên qirşiyan pir giran xuya dikin.

Di kitêba Folklora Qerejdaxê da li ser ”avî” û ”qirşî” yan çend pirsên pêşiyan jî hene:

-Qirşî ji qirşîyê neqehere, avî ji avîyê neqehere, karekî nakin. Yanî însan ji însên neqehere karekî nake.

-Qirşîya kulek, avîya bezek. Yanî qirşî yeka kulek be û avî jî yeka bezek be jêhatî ne, karê xwe baş dikin, li dû hevalan namînin.

Di kitêba Folklora Qerejdaxê da bi hezaran peyvên wiha orjînal, yên li dereke din nayên dîtin hene. Mehmmet Guzeler karekî pir hêja kiriye, ez wî pîroz dikim.

Peyveke din a orjînal: Şêrgîn, şêrgîn kirin.
-Pîrek hesanê peyê ye.
Bi her hawî peyê şêrgîn dike. Hesan, kevirê pê kêr tê tûjkirin.
Şêrgînkirin, yanî peyê girgîn dike, cesaretê didê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE