Beyana serokê Amerîkayê Joe Bîden a li ser naskirina Jenosîda
Êrmenîyan pir muhîm e.
Joe Bîden di beyana xwe da tiştên pir muhîm gotine. Ev
qebûlkirina Joe Bîden tarîxî ye, hêjayî teqdîrê ye.
Osmnîyan êrmenî bi derbekê da ji ortê rakirin, tirk me kurdan ji 1923a û vir da ye hêdî hêdî ji ortê radikin.
Yanî tiştê osmanîyan anîn serê êrmenîyan, tirkan jî anîne serê me.
Lê jenosîda me wek ya êrmenîyan ne deng daye, ne jî tê qebûlkirin.
Ez hêvî dikim dinya rojekê jenosîda tirkan anîne serê me jî wek ya êrmenîyan wiha qebûl bikin.
Beşek ji beyana Joe Bîden:
”Ji 24ê nîsana 1915a û pê da li Konstantînopolîsê
berpirsiyarên osmanî dest bi girtina ronakbîr û serokên cimata êrmenî kirin, milyon
û nîvek êrmenî hatin tehcîrkirin, hatin qetilkirin, bi sîyaseta îmhakirinê
hatin kuştin. Em qurbaniyên Meds Yeghernê(Felaketa Mezin)şerefmend dikin, bi vî
hawî ji bo ku dehşeta tiştên bûye di tarîxê da tu carî wenda nebe. Ji bo ku em
li hemberî tesîra nefretê ya dirinde tim di tetikê da bin dibê em tim bibîr
bînin.”
Tirkan dîsa dest bi protestoyan kirine...
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu beyana serokê
Amerîkayê Joe Bîden a li ser jenosîda êrmeniyan protesto kiriye, gotiye:
”Em beyana serokê Amerîkayê ya li ser bûyerên 1915a qebûl
nakin û bi şîdet protesto dikin.”
Joe Bîden îro gotiye ew bûyerên 1915a wek jenosîd qebûl
dikin. Bîden di beyana xwe da li ser jenosîda êrmenîyan gelek tiştên muhîm
gotine.
Bîden, serokê Amerîka yê pêşî ye vê gotinê bi kar tîne.
Li ser vê beyana Joe Bîden, tirk ketin dorê, yek bi yek
beyana Joe Bîden protesto dikin.
Do, di medyaya tirk da piştî min xeberên li ser hevdîtina
Erdogan û Bîden a bi telefonê xwendin min zanîbû fis ne oxir e, îşê Reîs xerab
e.
Di nivîsa xwe ya do da min got, wer xuya dike, ”Bîden rû nedaye efendî, lema jî tiştekî nabêjin. Rewşa efendî xerab e.” Ev destpêk e, rewşa Reîs ewê gelkî xerabtir bibe.
Keko asta cehaleta me gihîşt arş û alayê.Rêvebirên me jibo Ermenan xwe didirînin lê qe kesek qala tehcîra Kurdan jî nake. Ji bilî Ermanan Kurd jî hatin tehcîrkirin.Rejima Îtihad û terakî ji sala 1916 heta 1918 zêdetirî yek mîlyon Kurd tehcîrê rojavayê anatolîa kir ji wana tenê nêzî sêsed hezar sax man, wan jî parçe parçe wek ku ji %5-10 hejmara niştecîyên gund û bajarokên tirkan derbas nebin belavkirin, jibo ku li nav tirkanda bihelin.Ger Kurdên ku şeranda hatine kuştin,yên ku ji alyê çeteyên ermenan va hatine qetilkirin, yên jiber nexweşî û birçîbûnan ku jiyana xwe ji dest dane wan tevahî serhevkin hejmar ji windahîyên ermenan zêdetire.
SvaraRaderahttps://candname.com/tr/?p=21899
Tiştên te gotine giş rast in. Aqilê meriv ne ji kîsê meriv be wiha dibe, meriv ji xelkê ra masîya, ji xwe ra jî kûsiya digre.
RaderaHer kes ji bo miriyê xwe digrî, tenê kurd di şîna xwe da jî ji bo miriyên xelkê digrîn.