20 april 2021

Sextekarî bêexlaqî ye

Malpera ”Rîsale Heber”, malpereke Nûrciya ye. Li ser navê Seîdê Kurdî nivîsek belav kiriye. Dibêje, Bedîuzeman gotiye: ”Em misilman in, dixapin, feqet naxapînin, ji bo jiyanekê em tenezulî derewa nakin.”

Seîdê Kurdî ev gotin bi vî şiklî negotiye, rastiya vê gotinê wiha ye:

”Em kurd in, dixapin, feqet naxapînin.”

Malpera ”Rîsale Haber” a tirk ev peyva Seîdê Kurdî guhertiye, kiriye ”Em misilman in, dixapin, feqet naxapînin."
Ev sextekarî û bêexlaqiyeke mezin e, meriv gotina alimekî, mezinekî kurd naguhere. Lê tirk diguherin, her sextekariyê dikin
Lê ne ev gotin tenê, bi sedan gotinên Seîdê Kurdî bi vî rengî tahrîf kirine.

Xwedêgiravî gerek merivê dîndar vira neke, rastgo be. Lê piraniya îslamîstan kûra derewan in, virek, kezabên dinyayê yên herî mezin in, her derwê, sextekariyê dikin.

Sextekarî, qalpazanî, tezwîrat kar û sinetê wan yê esasî ye. Mensûbên tu îdeolojiyê, tu baweriyê, tu siyasetê bi qasî îslamiyan ne virek û qalpazan in. Îktîdara AKPê ev yek baş îspat kir.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE