Omer Farûk Baran, di bloga xwe Perxudresê da gotiye, di ferhenga Musta Gazî da ew bi tesadufî li peyva ”hac”ê rast hatiye û bi vê yekê gelkî kêfxweş bûye. Çimkî li Sirûcê jî gotina, navdêra ”hac”ê tê bikaranîn…
Ferhenga Mustefa Gazî li ba min tuneye. Omer Farûk Baran gotiye:
”Peyva hac bi wateya hayê ne di ferhenga D. Îzolî de heye, ne di
ya Celadet Alî Bedirxan de, ne jî di ya Kamêran Botî de.”
Balkêş e, em Mustefa Gazî taximdaşên hev in, lê dîsa jî devoka me tam ne yek e, ew dibêjin "hac", em dibêjin "haj", haj û baja min jê tuneye.
Li Wêranşarê em dibêjin wele haj û baja min jê tuneye. Ya jî, bira haja te ji te hebe, te mêrik nexapîne…
Ez bawer dikim heta nuha min jî peyva ”haj” bi kar neanîye, ji dêlî wê, min ”hay” bi kar anîye. Piştî min nivîsa Omer Farûk Baran xwend, do, min di nivîseke xwe da ji dêlî ”hay”ê, haj bi kar anî.
Min li ferhengên dîgîtal ”Wîkîferhengê û li ya Glosbeyê mêze kir, di herduyan da jî haj di maneya ”hay”ê da heye. Lê min qet nedîtiye kesî ”hac û haj” bi kar anîbe.
Hay, bûye standardek giştî, her kes ”hay”ê bi kar tîne. Heta sirûcî û wêranşarî jî di nivîsên xwe da ji dêlî ”hac û hajê” hayê bi kar tînin û ”hac” û ”haj”ê dixin dolaba bûzê.
Lê ji nuha û pê da ezê qîmeta ”haja” xwe bizanibim û carnan bi kar bînim.
Bêyî peyva "haj"ê, peyva "serîsnag û nişît jî li ba me tê bikaranîn.
Serîsnag: Meha dawiya payizê.
Nişît: Gava dinya dibe ew, ezman tarî dibe, ev nişîtê baranê ye. Yanî îşareta baranê ye. Ji bo însên jî meriv dibêje, ev nişîtê filan kes e, yanî karê wî ye, fiêlê wî ye.
Ewr kişia çiya, ga bikşîne xaniya. Ewr kişiya çiya nişîtê pûkê ye, mere cot. Ji kitêba "Folklora Qerejdaxê.
Di kitêba "Folklora Qerajdaxê da "selîsnag" e, lê em dibêjin serîsnag.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar