20 april 2021

Êdî kes guh nadê Tirkiye çi dibêje

 


Mezlûm Ebdî do(19/4-21)bi Wezîrê Parastinê yê Swêd Peter Holtqvist ra civîneke vîdeokonferansê çêkir.

Tirkiyê wek her tim, dîsa xwe çirandiye, Swêd protesto kiriye û gotiye:

“Swêdê bi vê siyaseta xwe ya metirsîdar, ne tenê bûye piştgirê wan kesên ku yekparebûna axa Sûriyê û ewlehiya Tirkiyê kirine hedefa xwe, bi eşkereyî hiqûqa navnetewî jî binpê kiriye û zirareke cidî daye peywendiyên di navbera Tirkiyê û Swêdê.”
Protestoyên Tirkiyê li ba ewrûpiyan êdî bûne wek fissên tajiyan, normal tê dîtin.

Heta ji Tirkan tê bira xwe biçirînin, pere nake, wek berö kes guh nade wan. Êdî her kesî fêm kiriye ew Daîşê îdare dikin, Tirkiye li pişt terorîstên îslamî ye.

Lema jî bi Mezlûm Ebdî ra van civînan çê dikin. Lema Rojê heyeteke emerîkî û ewrûpî serdana Kurdistana rojava dike û bi berpirsên kurdan ra, bi PYDê û mitefikên wê ra rûdinin, civînan çê dikin.

Mezlûm Ebdî, PYD bi heyetên Emerîkî, fransî û ewrûpî ra civînê li pey civînê çê dikin.

Ev yek ji bo kurdên Kurdistana rojava serketineke pir mezin e, ne henek menek e.

Dibê kurd, partiyên kurd giş qedir û qîmeta van temasan bizanibin û li gorî wê hereket bikin. Dev ji qal û qîlan, hincetên vala berdin û yekîtiya xwe çê kin.

Îmkan û fersendên wiha ji me ra her roj peyda nabin. Roj roja tifaqê ye. Partiya, hêza hîn jî li dijî tifaqê be ew neyartiya miletê xwe dike.

Hevdîtin û têkliyên wiha hêvîyeke mezin didin min.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE