19 april 2021

Tirkiyê bi pasaportên xwe qaçaxçîtiya însanan kiriye

 


Serê salan e Tirkiye qaçaxçîtiya însanan dike. Salê bi hezaran kesan di bin navên cihê, di bin navê tuxtoran, folklorê, xortan û gelek navên din da zilam û çeteyên xwe yên îslamî, faşîst bi pasaportên cuda, bi balafiran dişînin Ewrûpayê.

Xwedêgiravî di heqê 6 belediyên AKPê da lêpirsîna sextekariyê dane destpêkirin.

Lêpirsîn, mêpirsîn vir e. Serê şebekê, mezinê şebekê dewlet e, haja hukûmetê ji her tiştî heye, heger haja hukûmetê jê tunebe kes nikane sextekarîyeke wiha mezin bike.

Beledîye, nufûs, pûlis vî îşî bi serê xwe nakin, hukûmet, dewlet di nava vî îşî da ye. Merivên xwe yên herî muhîm bi pasaport, bi riya saxlem şandine Ewrûpayê.

Bi hezaran serok û çeteyên îslamî, Daîşê li Tirkiyê ne, nuha wan peyderpey bi vî hawî li Ewrûpayê belav dikin.

Ev ne meseleyeke îro ye, Tirkiyê serê salan e bûye dewleteke mafîa û qaçaxçîtiya însanan dike.

Nuha ji her dera dinyayê bi milyonan însan li Tirkiyê top kirine û bi pasaportên dîplomatîk, bi riyên cuda dişînin Ewrûpayê.

Tirkiye ji bo ewlekariya cîranên wê û Ewrûpayê bûye talûkeye mezin, heta ev rejîm li ser hukim be rehetî û ewlehî ji Ewrûpayê ra tuneye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE