Du sê roj berê min vîdeoyek dît. Xortekî kurd telefona xwe dide du keçikên tirk û dibêje rismekî min bigrin. Dû ra kaxeteke A4 ala kurdî li ser vedike û dixwaze keçik rismê wî bigrin.
Keçeik ala kurdî nas dikin û pir diqeherin, risim nagrin û bi lîwik ra dikevin minaqeşeyê.
Minaqaşeya wan 3-4 deqîqeyan dom dike. Kiçik dibêjin ev ala PKKê ye, ya terorîstan e, xwediyên vê alê dixwazin welatê me perçe bikin, dixwazin Kurdistanê çêkin. Me li dijî vê alê bi sedan şehîd dane.Ji lîwik ra dibêjin gerek ew ji wê alê hez neke û bavêje. Û ji kesekî din jî daxwazeke wiha neke. Çimkî serê wî jane têkeve belayê. Bi hêrs gelek tiştên din dibêjin, bi lîwik da dixeyidin.
Xort dibêje ez ne PKK me, ez PKKê naparêzim. Here were alek e, ez ji rengê wê hez dikim, lema jî ez dixwazim rismekî xwe pê ra bigrim.
Dema keçik dibînin xort îqna nebe, alê ji dest wî digrin, diçirînin û herdu bi hev ra li liwîk dixin, jê ra gotinên giran dikin.
Tirk ev in, neyarê serê me ne, neyarê her tiştê me ne. Ereb û faris jî dijmin in, welatê me dagir kirine, ji me hez nakin. Lê ne bi vê ibretê. Dijminatiya tirkan tiştekî dûrî aqil e, irqçîtiyeke li tu dera dinyayê nehatiye dîtin.
Kurdê bi tirkan ra bizewice bindestiya xwe, koletiya xwe qebûl
dike.
Kurdê xwedî şexsîyet bi tirkan ra nazewice.
Kurdê, ya jî kurda bi tirkan ra bizewice her tiştê xwe dike qurbana keçeka tirk
ya jî mêrekî tirk. Bindestiya tirkan qebûl dike. Meriv bi ferdên ji qewmkî
hewqasî neyarê xwe ra nazewice. Ev, bêşexsîyetîye. Ji kurdên wiha şexsîyet zeîf
dûr kevin, hevza xwe ji wan bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar