10 april 2021

Ji mezlûman bêtir êrîşkaran û zaliman rexne bikin !

 


Ersîn Korkut aktorekî (artîstekî)kurd e, ji Hekarîyê ye; bixaltiyê Yilmaz Erdoganê artîstê sînemayê ye.

Ji ber ku Ersîn Korkut gotiye ”Diyarbekir, Amed paytexta me ye”, tirk di medyaya sosyal da wek gurên har lê hatin hev û ew lînc kirin, gef lê xwarin, gotin gerek ew were girtin û cezakirin.

Piştî vê êrîşa mezin, Ersîn Korkut gotina xwe bi paş da girt, ji tirsa uzrê xwe xwest, got min ne di maneya siyasî da, min di maneya kulturî da got, ”paytexta me helbet Anqere ye.”


Gelek kurd ji vê şêla Ersîn Korkut aciz bûn, ji dêlî ku êrîşkaran, dewleta faşîst rexne bikin, Ersîn Korkut rexne dikin.

Hustuxwarkirin, tirsonekî helbet ne baş e, bêşexsîyetî ye. Dibê Ersîn Korkut gotina xwe bi paş da negirta, uzir nexwsta. Çimkî tiştekî uzirxwestinê nekiriye.
Lê li welatekî wek Tirkiyê her kurd nikane bi egîd be û li hemberî çeteyên dewletê serî netewîne. Kurd bêçare ne, bêpişt in.

Êrîşkar ne bi serê xwe ne, ji partiyên siyasî, ji îktîdarê, ji dewletê îşaretê û piştê digrin.

Heger dewlet ne li pişta êrîşakaran bûye, kurd neditirsiyan, lê dewlet li pişt wan e, hukûmet çeteyên xwe li kurdan dielimîne. Lema xelk ditirse.

Ji bo ku dewlet li pişt êrîşkaran e, lema rehet û bêtirs êrîşî xelkê dikin, li xelkê lêdixin, xelkê birîndar dikin û ji wan ra dimîne.

Heta nuha çend kesên bi nav û deng birîndar kirin.  Ji wan yek jî berpirsiyarekî partiya Ahmet Davutoglu bû.

Li rojnamevanan xistin. Û ji wan ra jî ma, kes nehat girtin.
Di medyaya sosyal da her roj heqaretên pir giran, çêrên pir pîs ji kurdan ra, ji siyasetmedarên kurd ra dikin, di vîdeoyan da belev dikin, lê dîsa jî kes nayê girtin.

Piştî ku rewş ev be, dewlet li pişt êrîşkaran be, bêguman Ersîn Korkut ewê bitirse û uzrê xwe xwe bixwaze.

Xwezî Ersîn wiha nekira, xwezî li gotina xwe xwedî derketa, lê dema nekir jî dibê meriv fêm bike û zêde nexe binê erdê. Ji wî bêtir, vê dewleta faşîst û çeteyên wê rexne bike.

Diyarbekir paytexta me ye, dibê meriv bibêje, Diyarberkir paytexta me ye, bajarekî me yê tarîxî ye, layiqî paytextîya Kurdistanê ye.

Lê her kes nikane viya bibêye. Yên kanin dibê bibêjin.
Tirk bi êrîşên wiha dixwazin kurdan çavtirsîyayî bikin, ji bo ku kurd tiştên wiha nebêjin.

Ev taktîka dewletê ye, dewlet dixwaze kurd nebêjin Kurdistan, li sembolê xwe xwedî dernekevin.

Li hemberî vê êrîş û zorbtiya tirkan dibê em bi sedhezaran bibêjin Kurdistan û Diyarbekir paytexta me ye, paytexta Kurdistanê ye. Dibê em Ersîn Korkut bi tenê nehêlin, piştgiriyê û cesaretê bidinê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE