30 april 2021

Dewlet bi xwe bûye çete

Serê sala ye Tirkiye bi belge û pasaportên gewr û nizanim kîjan rengî, yanî pasaportên xwediyên wan bê wîze kanin herin Ewrûpayê, qaçaxçîtiya însanan dike; heta nuha bi hezaran kes bi van pasaportan şandine Ewrûpayê.

Kesên bi vê riya rehet dişînin miheqeq merivên wan ên saxlem in, kadir û serokên îslamî û Daîşê ne, wan bi vê riya saxlem li dinyayê belav dikin.


Ji ber ku pir zêde bû, Almanyayê got êdî bes e û çend kes girtin û ji Tirkiyê ra jî gotin, rica me ji we, bes bişînin, pir zêde bû.

Li ser vê, xwedêgiravî wezîrê kar û barên hundur di heqê 29 beledîyan da lêkolîn daye destpêkirin. Bi baweriya lêkolîn vir e, organîzatorê vê sextekariya mezin dewlet e.
Belediya bi serê xwe ne kanin û nej î diwêrin kalpazanîyeke hewqasî mezin bikin.
MIT û pûlis vî îşî organîze dikin. Lema jî lêkolîn mêklolîn fasafîso ye, dewlet serokê qaçaxçîya ye, lema jî kes nayê girtin.

Lê serok û berpirsiyarên ewrûpî jî hur bêxîret in, dirhema xîretê bi wan ra tuneye. Giş bûne pepûk û êsîrên destên tirkan, ji tirsa tirkan giş bi xwe da dimînin.

Tirkiye çi sextekariyê, çi qalpazaniyê bike jî tu welatekî Ewrûpa newêre navê Tiriyê û tirkan bigre devê xwe. Ji bo wê jî tirk cesaret dikin bi belge û pasaportên rastîn, pasên dîplomatîk çeteyên xwe li Ewrûpayê texsîm bikin. 

Yekîriya Ewrûpayê, ewrûpî nikanin Eweûpayê biparêzin. Neyarên ewrûpayîuan, hêzên îslamî ev yek baş fêm kirine û lema jî bi rengekî organîze, gav bi gav Ewrûpayê dagir dikin, bi milyonan merivên xwe rê dikin Ewrûpayê. Bi vî hawî demografîya Ewrûpayê, norm û kultura ewrûpiyan, qanûnên wan, sutruktura civatên wan ji kok da diguherin, îslamê hêdî hêdî îqame dikin. 
Di pêşerojê da partiyên îslamî li gelek welatên Ewrûpa ewê bibin koalîsyon. Bi kurtî Ewrûpa Rojava gav bi gav dikeve bin destê îslamîst û misilmanan...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE