29 april 2021

Li hemberî bêbextiyê dibê em bêdeng nemînin

 Prof. Dr. Taner Akçamê tirk, di hevpeyvînek xwe da got,

“Di sedsala19a da li heremên kurdan şeva gerdegê ya Ermenan mafê axayên kurdan bû.’’

Yanî li Kurdistanê axayên kurd berî zavayên êrmenî bi bûkên êrmenî ra diketin gerdegê.

132 nivîskar, lêkolîner û siyasetmedaran bi daxuyaniyekê Prof. Taner Akçam şermezar kirin û jê xwestin ew lêborînê ji kurd û êrmenîyan bixwaze.

Reaksîyoneke baş e, di cî da ye, li hemberî zirzopiyên wiha dibê em bêdeng nemînin. Bêdengî bêtir cesaretê dide zirzopên wek Taner Akçam. Xwezî ev jimar gelkî zêdetir bûya.

Dîroknasên kurd dibê bersîvên hîn xurt û cidî bidin vî pantirkîstê antî-kurd.

Tiştê ecêb, êrmenîyan, tarîxzanên êrmenî tu carî qala tiştekî wiha nekirine, kurd bi tiştekî wiha îtham nekirine.
Lê ev bêbext û telaqreşê pantirkîst vê buhtanê li kurdan dike. Esas tecawis karê wan e, leşker û zabitên tirk tecewizî jin û keçên êremnî û kurd kirine.
Berê jî kirine, nuha jî dikin.
Taner Akçem van sûcên tirkan baş zane lê nabêje, ji dêlî wê bêbextiyê li kurdan dike.

 

XXX

Tirkiye ne dostê tu partiyeke kurd e, ne dost û dilxwazê tu serok û siyasetmedarê kurd e.

Ji xwe tiştekî wiha ne mimkûn e jî.

Dagirkerên welatê me çawa kanin bibin dost û dilxwazên me?

Tirkiye neyarê her kurdê azadîxwaz û serxwebûnxwaz e, bawerkirina bi eksê vê ne karê aqil e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE