29 april 2021

Meriv nikane bi xelkê, lê kane bi xwe.

Gava meriv nikanibe xelkê îqna bike, ji ser riya şaş vegerîne, bîne ser fikrê xwe, dibê meriv jê dûr keve.

Efendim Mustafa Karasû çi gotiye, Cemîl Bayik çi gotiye, nizanim kîjan serokê HDPê çi gotiye.

Heyran, kes nikane van kesan ji riya wan vegerîne, bela sebeb xwe newestînin, dev ji wan berdin. Ev 40 sal e gotinê, rexne, gazinan pere nekir, nuha jî nake, ev kes, ev hêz dev ji siyaset û xeta xwe ya Tirkîyetiyê bernadin. Qet xwe newestînin.

Heger hûn ne bi fikrê wan ra ne, ne bi siyaseta wan ra ne, bi hedefa wan a "demokratîk cumhûrîyetê" ne qayil in ji wan dûr kevin, nebin hevalên wan, destegê û raya nedin partiyên wan. Vana bi gotinê nayên rê, dev ji xeta xwe bernadin, jê dûr kevin ! Heta Evdila Oclan û ev kadro li ser serê PKKê bin, PKK ewê tim ev PKK be.

Çare, dibê meriv raya xwe nedê, piştgiriyê nedê. Nebe hevalê wan. Heta milet li pişt wan be, rayên xwe bidinê ewê jî tim bixwazin cumhûrîyeta tirkan ya xerabe, xerxûte tahmîr bikin û çepên tirk yên bêkes bikin serokên kurdan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE