28 april 2021

Min dest bi redaktekirina antolojiyê kir

 


Min bi weşanxaneyekê ra li hev kir, ewê kitêba min ”Antolojîya Çîrokên Zarokan” çapa sisiya çap bike.

Ji do êvarî da ye min dest bi redaktekirinê kiriye. Gava ez dest bi karekî dikim nikanim sist bigrim, heta neqedînim jê naqetim, wer pê ra dijîm. Dinya min dibe ew kar.

Lema jî heta ez rastkirinê diqedînim ezê wexta xwe zêde nedim medyaya sosyal, ezê kêm binivîsim.


Ez nuha wer texmîn dikim. Lê dîsa jî îşê min belî nabe, belkî enerjîya min têra herdu karan jî bike.

Di çapa duduya da 125 xemîşok/çîrok hene, min 40 hebên din lê zêde kirine. Yanî di çapa sisiya da ewê 165 heb bin.

Xwendin û redektekirina wan ewê wextê bigre. Lê gava ez rastî şaşiyekê têm û rast dikim pir kêfa min tê.

Di çapa duduya da pir tişt û formên ne yên min, ne devoka min, ne li gorî dilê min hene, weşanxaneyê wer çap kir.

Ezê nuha gişan rast bikim û kitêbê tam bikim zimanê xwe. Ji bo ku xemîşok in, şaşiyên îmlayê ne tê da, dibê meriv ziman û devoka nivîskar neguherîne.

Çîrokbêj çawa gotiye, kîjan nav û gotin bi kar anîye dibê meriv dest nedê, wek xwe bihêle. Ya rast ev e.

Ji bo ku ewê çapa siysiya ya vê kitêba min derkeve ez
ji nuha da pir bi heyecan û kêfxweş im.

Çapa yekê weşanxaneya APECê, çapa duduya jî weşanxaneya Rûpelê çap kiribû. Navê weşanxaneya ewê çapa sisya bike jî ez nuha nabêjim, dema derket hûnê bibînin...

2 kommentarer:

  1. Pîroz be ezbenî. Her tiştê ji qelema te pê ewle me, wê hejayî xwendina zarokan be.

    SvaraRadera

PARVE BIKE