27 april 2021

Ev hustûrî ewê ji tirkan ra nemîne

Tirk li ser me, li ser êrmenîyan ji erd heta ezmên neheq in. Ji bo ku neheqiya xwe qebûl nekin zalimiyê û zulmê dikin. bênabên me terirîze dikin. Welatê me li me kirine dojeha ruyê erdê.

Ji bo ku welatên dagir kirine ji dest xwe nedin, welatên nuh dagir dikin, xelkê dikujin, mal û milkên xelkê talan dikin, xelkê bi çolan dixin. 


Kurdistana bakur ne bes e, başûr û rojava jî dagir kirine û dixwazin hin derên din jî dagir bikin.
Û tim jî înkar dikin. Him neheq in, him zorba ne. Rojekê ewê bi ser bela xwe ve bibin.

Pir stûr bûne, pir zulmê li me dikin. Ji bo ku dewleta me tuneye, ji bo ku em nikanin xwe biparêzin, li me bûne gurên har û dikin me bixun.
Sê beşên Kurdistanê dagir kirine, li sê beşan bi şev û roj agir bi ser me da dibarînin. Ev zulm û çavsorî ewê ji wan ra nemîne, em ji wan ra dikin ser hev. Ev tirr, ev hustûrî ewê ji wan ra nemîne.

 XXX

Tirkiye bûye welatê tirsê. Tu welat naxwaze bibe welatekî wek Tirkiyê. Her kes ji ruhê xwe ditirse. Ne ewlekarîya canê kesî heye, ne jî yê malê kesî. Îslamî-faşîst bûne kabûs.

Piraniya însanan dixwazin ji Tikriyê birevin. Ji kesên nikanin biriven gelek xwe dikujin. Talîya her dîktatorî felaket bûye, bêguman talîya wî jî ewê felak be. Her ku cî lê teng dibe bêtir har û êrîşkar dibe.

 XXX

10 sal berê 100 lîrayê Tirk nêzî 600 kronê Swêdî bû. Nuha 100 kronê Swêdî 130 TL ye.

Hindik ma, TL ewê dîsa bibe kaxeta avdasxanê, xelkê pê qûna pak bike.

 XXX

Ji facebooka min ra her roj herî kêm 10 daxwazên hevaltiyê yên keçikên sextekar tên, bi rismên keçikên tazî daxwaza hevaltiyê li min dikin. Ez di cî da bloqe dikim. Jimara kesên min bloqe kirine ez dibêb belkî gihîştiye hezaran.

Gelo ji we ra jî daxwazên wiha tên ? 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE