01 maj 2021

Jin çawa kanin çend karan bi hev ra bikin ez matmayî dimînim !

 Ez fahm nakim jin ya jî hin însan çawa kanin çend karan bi hev ra bikin û dest û nigên wan li hev negere ?

Jin, hevîr dikin, şîva wan li ser kuçik e, li gedê xwe miqate ne, bi zarokên din ra dipeyivin, benîştê xwe dicûn, li muzîkê gudarî dikin, feraxan dixin makîna şuştinê, çaya xwe vedixun, yanî kanin çend karan bi hev ra bikin,
Ez bi xwe nikanim, ezê têkevim sitreseke mezin...


Di van salên dawî da hin lêkolînerên swêdî gotin di kirina çend karan bi hev ra peya ji jinan baştir in, hostetir in, lê ez bawer nakim.

Hin îstîsna hebin jî ez dibêjim di kirina çend karên bi hev ra jin ji peya jêhatîtir in.
Mesela xanima min di vî warî da ji min gelkî jêhatîtir e. Xwarinê çê dike, kinca dişo, li makîna kinca miqate ye, zelete çê dike, feraxa ji makînê derdixe, mêwe û zebzeyên kirîne dişo, dixe dolabê, yanî gişan bi hev ra sewq û îdare dike.

Ez li ber kompîtorl lê temaşe dikim, ji xwe ra matmayî dimînim.

Ev sê roj in ez kitêba xwe, ”Antolojiya çîrokên zarokan”  redakte dikim, ez ketime hev, dest û nigên min li hev gerîyane, ez nikanim xweşikî karekî din bikim.

Ne kanim wek berê di bloga xwe da binivîsînim, ne kanim rindikî bûyeran, medyaya sosyal taqîb bikim û ne jî bixwînim.

Dest davêjim kîjan karî, redakteya Antolojiyê wer di bîra min da ye.

Fikrê ”ezê kînga biqedînim?, wer di bîra min da ye.

Bi xêr biqedîya û ez jê xelas bibûma.

Ez nikanim di eynî wextê da xwe konsantreyî çend karan bikim.

Min bloga xwe kî hinekî îhmal kiriye, çimkî wek berê nikanim xwe konsantreyî nivîsê bikim.
Carnan, gava zelete çê dikim, nanê min di firnê da dişewite, birinca bêxwê çê dikim, binê beroşê dişewite, yanî heger du karan bi hev ra bikim, gelekê caran gelşek çê dibe.

Nuha jî heta ez redaktekirinê neqedînim û ji weşanxaneyê ra neşînim, ez rehet nakim.

Ya din gava ez dest bi karekî dikim dibê biqedînim, nikanim nabênê bidimê, ya jî hêdî hêdî bixebitim. Min dest bi çi kir, dibê zû biqede û bêqusûr be... Ez ji karê suxre, êretî, lêmeliqandinê qet hez nakim…

 XXX

Ez û xanim do danê nîvro çûn bazara taxa me, me ji xwe ra hinek mêwe û sebze kirî.
Me felqak zebeş jî kirî. Îsal me hîn zebeş nexwaribû. Îsala ev zebeşî me yê pêşî ye, em dikirin.
Şansê me hebû, zebeşê me wek hingiv derket. Tahm û şîrîniyek wiha ancax di zebeşê Kurdistanê de hebe.

Ji xortê me tiştên xwe ji ser kirî jî kurd e, dibe ku camêr hin tiştên xwe ji Kurdistanê dide anîn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE