06 april 2021

Du berdekên Yekîtiya Ewrûpayê îro çûn ber nigê Erdogan

 


Îro du berdevkên Yekîtiya Ewrûpayê çûn ber nigê Recep Tayyip Erdogan û bi îhtîmaleke mezin dîsa ew bertîl kirin, soza çend mîlyar euro xûgiya din dan wî.

Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Michel û Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula Von der Leyen îro li Anqerê bi Recep Tayyip Erdogan ra civiyan. Civînê li Koşka Serokkomariyê 2 saet û 45 deqîqeyan dom kiriye.

Piştî civîna bi Erdogan ra Ursula Von der Leyen û Charles Michel beyanek dane, gotine li ser têkiliyên Yekîtiya Ewrûpayê û Tirkiyê wan bi Erdogan ra hevdîtineke baş kirine.

Li Derya Sipî kêmkirina gelşê gaveke baş e û dibê were domandin. Û dibê leşker û çekdarên biyanî giş ji Lîbyayê vekişin.
Lê herdu berdevkên Yekîtiya Ewrûpayê qet qala Sûriyê û dagirkirina Efrînê û Serêkaniyê nekirine. Ji xwe newêrin bikin jî.
Di beyê tu tiştekî cidî negototine. Bi îhtîmaleke mezin meblaxê xûgiya didin Erdogan zêde kirine. Heger zêde nekin, Erdogan ewê çend sed hezar koçberên din bişîne ser wan.

Nuha îdareya Erdogan û meaşê çeteyên wî yên li Sûriyê li ser Yekîtiya Ewrûpayê ye, ew fînanse dikin. Bi vê zîyareta Charles Michel û Ursula Von der Leyen,  Erdogan ewê hinekî bîna xwe bigre.

XXX

Ew û miletê wek zûriyan, wek kurm û kêzikan di bin nigên pûlis û leşkerên tirk da ne, li hemberî vê zulmê ranabe, li dijî wê beyanan belav nake, lê li hemberî belavoka amîralên tirk derdikve, "demokrasiya" Tirkiyê diparêze. Xwelî li serê we be, meriv hewqasî jî totikvala, bêxîret û eyarfire nabe.

XXX

Gava însan nezan be çi tê serî dibêje belkî qedera wî ye. Zalim jî ji vê vê nezaniyê fêdê dibînin û zulma xwe didomînin. Nezanî û sebra ji zulmê ra cesaretê dide zaliman.

-Her ku tehamulî xeraban tê kirin pirtir diazirin.

Tolstoy

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE