05 april 2021

Yê Mesûd Barzanî wek birayê xwe bibîne welatê wî dagir nake !



Yê Mesûd Barzanî wek "birayê" xwe bibîne welatê wî dagir nake !

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî gotiye:
“Peywendiya min bi bira û hevalê min serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêmê Kek Nêçîrvan Barzanî ra heye, ez kek Nêçîrvan Barzanî û biraziyê xwe Mesrûr Barzanî wek nêzîktirîn hevalên xwe dibînim.”

Vana gotinên vala ne, demagojî ye, tu qîmeteke wan a siyasî tuneye. Mêrik welatê ”birayê” xwe, Kerkûk dagir kiriye û wan wek birayên xwe dibîne.

Çûna Kerkûkê li birayên xwe qedexe kiriye, bi hezaran kurd ji Kerkûkê, Xaneqînê û herênên digir kirine derxistine û Mesûd û Nêçîrvan Barzanî wek birayên xwe dibîne. (!)

Vana gotinên ereban yên demagojîk in, him Kerkûk dagir kirine, ji bo demografîya Kerkûkê biguherînin her roj kurdan ji Kerkûkê derdixin û him jî Mesûd Barzanî wek birayên xwe dibîne. Ev pêkenîne.

 

XXX

Li Diyarbekrê pûlisên dewleta faşîst vêsê bi berbangê ra girtine ser gelek malan û komeleyan. 22 jin girtine û li 11 jinên din jî digerin. Terorîzekirina miletekî ye, zulmeke mezin e.

Vê rejîma îslamî-faşîst ji nazîstan jî xerabtir kir, irqçîtiyeke wiha li tu dera dinyayê nehatiye dîtin. Girtin, zîndankirn û terorîzekirina xelkê siwîl, kesên bêsûc teror e, jenosîd e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE