Ev rexneya min ne li kurdên bi kurdî nizanin, ya jî kurdîya wan zeîf e, ez wan didim aliyekî. Rexneya min li kurdên kurdîya wan baş e.
Em tim dewletê rexne dikin, qala asîmîlasyona dewletê dikin.
Lê belê kêm caran asîmîlasyona kurd dikin rexne dikin.
Asîmîlasyona bi destê
siyasetmedar, hunermend, ronakbîr û nivîsakrên kurd tê kirin ji ya dewletê ne
kêmtir e, heta gelkî bi zirartir e.
Bi qasî em dewletê rexne dikin, dibê berê xwe bidin van kurdan jî, çimkî ew jî kurdan teşwîqî tirkî dikin, bi karên xwe, bi berhemên xwe, bi nivîsên xw eyên medyaya sosyal kurdan hogirî tirkî dikin.
Lê kurdên bi kurdî zanin, kurdîya wan baş e, lê dîsa jî bi
tirkî romanan, çîrokan û şiîran dinivîsin, bi tirkî programan çê dikin,
xerabiyeke mezin bi murdan dikin
Kurdê bi tirkî bistirê, sitranan wî/wê çiqasî xweş be jî,
gotinên wê çi be jî zirarê dide kurdan, xerabiyê bi kurdan dike.
Kurdê bi tirkî binivîse, romana wî, şiîra wî, çîroka wî çiqasî xweş be jî
zirarê dide kurdan, kurdan asîmîle dike.
Kurdê konferansan, semîneran bi tirkî bide kurdan, zirarê dide kurdan,
xerabiyeke mezin bi kurdan dike.
Siysetmedarê, ronakbîrê bi kurdan ra bi tirkî bipeyive, fîlman, vîdeoyan bi
tirkî çêke, naverokan wan çi be jî,
zirareke mezin dide kurdan. Dibê meriv berhemên wan yên bi tirkî nekire,
li programên wan guhdarî neke, neçe civînên wan.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar