07 april 2021

Tirk guh nadin rexne mexneyan

Amnesty Internationalê(Rêxistina Efûyê ya Navnetewî)di rapora xwe ya 2020a da Tirkiye pir rexne kiriye, edalet li Tirkiyê nemaye, zulmeke pir mezin li kurdan û mixalefetê heye.

Rexnekirin baş e, bira rexne bikin. Feqet rexne, gotin tesîrê li tirkan, li rejîma îslamî-faşîst nake, dibê zorê bibînin, dibê pozê wan were firikandin. Heta tirk zorê nebînin rexne-mexne tesîrê li wan nake.

Tiştê rejîma Erdogan dike kîjan welatê din kiriba nuha ji Îranên xerabtir lê kiribûn. Lê ji berk u tirk in kes newêre ambargoyê deyne ser wan, kes newêre bêtir biazirînin. Yekîtiya Ewrûpayê li ber Erdogan digere.

Neteweyên Yekbûyî li ber Erdogan digere.

NATO li ber Erdogan digere. Welhasil her kes ji Erdogan ra dike pişo-pişo, pişta wî miz didin, li ber digerin û bertîl dikin. Ev yek jî wî aşûnî û har dike, bêtir gewî û çavsorî dike.

 

XXX

-Însan jî wek kitêban in, qerekterê wan ê rastîn ne dema hûn li qapaxê dinêrin, gava we hêdî, hêdî, rûpel bi rûpel xwend hûn fam dikin.

-Dema dengê ewtînê zêde dibe, meriv fam dike ku meriv kevir avêtiye ji dereke rast da.

 

XXX

-Carnan dibê meriv bihêle bira jiyan biherike here; pelê daran, pêlên avê, demsalan, bûyeran, însanan…

Dibê meriv bipê û temaşe bike li netîceyan.

Şemsî Tebrîzî

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE