08 april 2021

Li Ewrûpayê welatê herî zêde girtî lê hene Tirkiye ye


Li Ewrûpayê welatê herî zêde girtî û girtîxane lê hene Tirkiye ye. Di xerabiyê da tirk tu carî pêşengiyê nadin kesî.

Tirkiye li Ewrûpayê dîsa bûye welatê yekê, lê ne di başiyê da, di xerabiyê da, di pirbûna hefsan û hefsîyan da welatê yekê ye.

Li gorî rapora Konseya Ewrûpayê welatê herî zêde girtî û girtîxane lê hene Tirkiyê ye. Ji xwe Tirkiye bûye zîndaneke mezin, yên li derve jî girtî ne.

Li gorî rapora Konseya Ewrûpayê ya sala 2020a piştî Rûsyayê welatê herî pir girtîxane û girtî lê hene Tirkiye ye.

Lê belê li gorî nufûsa welatan, girtiyên Tirkiye ji yên Rûsyayê jî pirtir in, Tirkiye li Ewrûpayê welatê yekê ye. Li Tirkiyê 297 hezar kes di zindanên Tirkiyê da ne.

Bi texmîna min 297 hezar pir hindik e, rastiyê nabêjin, herî kêm 500-600 hezar însan di girtîxaneyên Tirkiyê da ne, lê tirk rastiyê ji dinyayê vedişêrin. Û ji sedî nodê wan jî kurd in. Bi kêmanî 300-400 hezar kurd bêsûc wek êsîr di zindanan da hatine girtin.

Tirkiye di başiyê û rindiyê da her tim di rêza herî dawî da ye û di xerabiyê û zulmê û zindanan da jî tim di rêza herî pêşî da ye.

 XXX

Em çi bikin jî, çi bibêjin jî, çiqasî rexne bikin jî tesîrê li kesên dildarên tirkî ne nake, dev ji tirkî bernadin. Dibê meriv vê rastiyê fêm bike.

Bi gotegotê gayê zexel naçe cot.

Çare, dibê em pesnê wan nedin, wan bi tenê bihêlin. Belkî ev yek hinekan ji vê riya şaş vegerîne.

 XXX

Em bawer dikin riya me daye ser riyeke rast e. Lê riyeke asê ye, kaş û hevrazên wê pir in. Em bi viya zanin û ji vê zor û zahmetiyê gazinan nakin. Yê însan be, xwedî şexsîyet be di bindestiyê da bêdeng namîne. Jiyana bindest jiyaneke zelîl e, qebûlkirina koletiyê ye. Rabûna li hemberî zulmê û dagirkeriyê şert e, wacibekî însanî ye. Yê ji fikrê xwe bawer be natirse.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE