23 april 2021

Hin kes bexît in

Min ji xanima xwe ra got, xanim, bi Xwedê tu yeka bexît e yanî tu yeka bi şans û siûd e, tu rastî min hatî, te ji xwe ra rehet kiriye. Pîrika te, dîya te di ezêb da bûn, ji kar û bar pişta xwe rast nedikirin. Kar ne bes bû, zulma mêrên wan jî ji ser wan kêm nedibû.

Lê te kêf kiriye, tu li telewîzyona xwe temaşe dikî, nanê te lê dikve, pasta ji te ra çê dibe, ew û qahwe tên ber te. Ji viya çêtir çi heye? Lê dîsa jî şêkir tuneye…

Di bin çava ra li min nêrê, dengê xwe nekir. Ma ewê çi bigota?
Ji dêlî tesdîq bike, bibêje tu rast dibêjî, qala zulma bavê wê li dîya wê dikir kir…
Bavê wê yê rahmetî zulmek mezin li xanimên xwe dikir. Sê jinên wî hebûn, hersê jî ji destê wî ketibûn êlemanê, li ciyê rehetiyê, ji bo tiştekî tune li wan dixist..

Nanê min îro ji xanimê û xortên me ra lêxt. Kêf kêfa wan e, ewê pê xenê bibin.



XXX
Ji do da ye li Stockholmê hewa ne xweş e, sar û serma, zivistan bi paş da hatiye.
Gava dinya ne xweş be, ûilî û şepelî be ger û meş jî zêde ne xweş e.
Lê îro em dîsa jî li dora 8 km(7,57) û 110 deqîqeyan meşiyan. Xanim wek hertim dîsa li dû min ma. Wê rojê yekî swêdî rastî me hat, li saeta xwe nêrî û ji min ra got, ”pir baş e, sureta te 9 km e.”
Ev demeke em bi darikê(çoyê) meşê dimeşin. Serê salan e li bû me bi kar nedianî, lê ev çedak e em bi kar tînin.
Dibêjin xwedêgiravî meşa bi darik baştir e, her dera laşê meriv, hemû masûlkên meriv dikevin hereketê.
Başî, ne başî li alîkî, lê bêtir diwestim, piştî meşê her dera min diêşe. Ê qey ev jî nişîtê fêda meşa bi darik e.

XXX

Şerê li Qamîşloyê berdewam e. Hin çeteyên ereb ev çend roj in li Qamîşloyê êrîşî hêzên ewlekariyê dikin. Xwedêgiravî ew çekdarên hin eşîrên ereb in û girêdayî artêşa Sûriyê ne.

Bi bawriya min Tirkiye li pişt wan e, li ser daxwaza Tirkiyê êrîşî kurdan dikin û dixwazin li Qamîşloyê bêîstîqrariyê çêkin.

Dema Tirkiye bi xwe nikanibe midaxele bike, bi çeteyên girêdayî xwe tevliheviyê derdixe.

Hêvî dikim Amerîka û hêzên hevpeyman alîkariyê bidin kurdan. Kurd bi tenê bin şer nasekine, Qamîşlo ewê têkeve talûkê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE