24 april 2021

Dewla Erdogan bi avê neket !

Ji bo ku serokê Tikriyê Erdogan bi Joe Bîden ra di telefonê da bipeyive ev sê meh in tirkan xwe çirandin, bi payinê kevzikî bûn. Lê Bîden telefon nekir.
Piştî xebata sê mehan, bi milyonan dolar dan şîrketên lobîyan, kes nema nexistin nabênê, dawiya dawî Erdogan do gihîşt miradê xwe, gihîşt wê bextewarîya bi serokê Amerîkayê Joe Bîden ra di telefonê da çend deqîqeyan bipeyive.

Medyaya Tirkiyê dibêjin Recep Tayyip Erdogan û Joe Bîden ”li ser muhîmiya têkiliyên di nabêna herdu welatan da hemfikir bûne.”

Yanî pûş kutaye, dewla wî bi avê neketiye, tişt bi dest nexistiye. Hegber Joe Bîden rû dabayê, ewê pir mezin bikirana.

Lê wer xuya dike Joe Bîden rû nedaye efendî, lema jî tiştekî nabêjin. Rewşa efendî xerab e.

 

XXX

Gava li Tirkiyê çeteyên hukûmetê sextekarî û diziyek mezin dikin, ya jî Tirkiye ji Amerîkayê, ji Rûsyayê sîleyekê dixwe, ji bo ku rojevê biguherin, di cî da êrîşî kurdan dikin.

Du milyar dolarê xelkê bi riya pereyên kirîpto lûp kirin, Amerîka du rojên din ewê jenosîda êrmeniyan qebûl bike, ji bo ku kes qala van meselan neke, li Metîna êrîşî kurdan kirine.

Pîncên Kafkasan û Balkanan çavên wan me dibire. Kî bi reqîne wan, li hundur çi sextekarî çê bibe, ew jî tên li me dixin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE