21 april 2021

Ji bo ku min jê ra got bi kurdî binivîse, ez bûm "faşîstkurd" !

Îro di twîtterê da min ji yekî ra got xorto, bi tirkî nenivîse, bi kurdî binivîse, komentara xwe ya bi tirkî rake, mêrik pirs bû, ji min ra got, ”faşîstkurt”! Yanî "kurdê faşîst" !

Heger ne ez şaş bim navê wî Mehemt Ayçîn bû.

Hûn dibînin tirkan em xistine çi halî, ez ji xortekî kurd ra dibêjim bi tirkî nenivîse, bi kurdî binnivîse, ji min ra dibêje tu ”faşîst î”.

Yanî êdî daxwaza kurdî axaftinê bûye faşîsttî, bûye daxwazeke faşîstan.

Îthama ”milîyetçî, mîlîyetçîyê kurd, mîlîyetçiyê prîmîtîv” min bihîstibû, lê wa ye faşîsttî jî lê zêde bû.

Bi texmîna min gelek kurd di heqê min da wek vî xortî difikirin, qebûlnekirina min a nivîs û komentarên bi tirkî wek irqçîtiyê, wek faşîstiyê dibînin, lê eşkere nabêjin. Ez wer his dikim.

XXX

Gava yek bi nivîseke min bi tirkî şirove dike xurî dikeve canê min, ez rehet nakim.

Di facebookê da ez kanim komentarê rakim û radikim jî.
Lê di twîtterê da ez nikanim rakim, nabe. Fonksîyoneke twîtterê ya bi wî rengî tuneye.

Dibêî ya ji xwediyê/xwediya nivîsê ra bibêjim şiroveya xwe rake, ya jî bloqe bikim.

Heta pir mecbûr nebim kesî bloqe nakim.
Lê hin kes hene nas in, dost in, ez ji wan hez dikim. Nabe bloqe bikim. Dikevim orta xelîl û celîl.

Esas her kesê min taqîb dike zane ez şiroveyên bi tirkî qebûl nakim, lê dîsa jî carnan hin kes bi tirkî tişt-miştan dinivîsin.

Xwezî sîstemek hebûya otomatîkman tirkî qebûl nekira, bêyî ku ez midaxele bikim, gava yekî di malpera min da bi tirkî tiştek nivîsî, bigota STOP, tirkî li vir yasax e !

XXX

”Çi yanî, dinyayeke hewqasî xerab ma di ser da cehnimeyeke wê jî heye ?”

Umberto Eco

Umberto Eco, camêr ne neheq e, xweş gotiye. Zaliman, dîktatoran, dagirkeran, pûştan, xayinan, cahşan, bênamûsan dinya jî û welatê me jî li me kirine dojeh. Ba li me anîne, em carê ketine, dikin, nakin em nikanin rabin ser xwe, xwe tîk bikin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE