22 april 2021

Nivîsa min a li ser tirkbûna me olaneke baş da

Nivîsa min a do, a li ser xortê min jê ra got bi tirkî nenivîsîne, bi kurdî binivîsîne, ji min ra got ”faşîst kurt” yanî ”kurdê faşîst”, di medyaya sosyal da olaneke baş da, gelek kesan nivîs şirove kirin û li ser asîmîlasyonê û rewşa kurdan fikrên xwe gotin.

Ez wan şiroveyan û bersîvên xwe li jêr bi hev ra belav dikim. Bi vî hawî hûn kanin bibînin kê çi gotiye û neviyên egîdên Serîhildana Şêx Seîd çawa bûne faşîst...

Bextîyar Dildar: ”Em li Serhedê ne, bi kurdan ra bi zar-zor bi kurdî diaxivim. Zaruyê wan ji xwe bi kurdî nizanin. Bapîra 60 salî bi wê tirkiya xwe ya nîvçe, şerm nake bi neviyê xwe ra bi tirkî xeber dide, bi Kurdî xeber nade!

Zimanê qewmê keftar carê bi kurdan şîrin bûye, tu çi bikî jî ew jê nagerin...”

Zinarê Xamo: Ne li Serhedê tenê, li gelek herêmên Kurdistanê wiha bûye. Piraniya bajaran asîmîle bûne, nuha dora gundaye, gund jî gav bi gav dihelin, zimanê wan jî dibe tirkî.

Xelasî û mayina miletekî wiha mûcîze ye. Faris û ereban kurd hewqasî rezîl nekirine. Tirkan kirin.

Kurd êdî ne bi darê zorê, bi dil û can dixwazin ji kurdbûnê xelas bin, bibin tirk, bibin Develet Bahçelî, bibin Erdogan û Soylu...Belkî ji nîvî zêdetir jî bûne tirk, qismê mayî jî bi lez dibe tirk.
Bi van serok û siyasetmedaran, bi van partiyan kurd nikanin ji tirkbûnê xelas bibin, ji dewletê bêtir, pêşendgên siyasî kurdan ji tirkan ra davêjin erdê û tirkan dixin ser wan.


Seracettîn: Mamo rewş gelek xirabe,li Tirkiyeyê kurd asîmîle bûn çûn,20 sal şunda hemû kes yê kurdî êdî nizanibin. Ez bixwe Enqereyê me yanî êdî bi kurdî nafikirim çimkî bikarnaynim.

Filîto Carleone: Kurd êdî ketine asta oto asîmîlasyonê, rewşa herî xirab. Mixabin ku ser û binek /herc û mercek an jî hewildanek mezin çê nebe rewş xerab e

 

Tewhîda kurdan: Welle xalê Zinar ez ket hêvîdar nînim ji pêşerojê çimkî ziman roj bi roj dihele Xwedê ardimçî yê me be

Jiyan: Hezar mixabin ez bawerim kurd tu car ewqes neketibû xeteré..Van gotina ez ji dibihisim "cenda jiminre go fasist cenda go nazist cenda ji go "kurtculuk yapiyorsun"ev gotin tené jibo jiyana xweyi rojane Kurdi dijim û parastina zamané xwe dikim,kurd dibéjin kurd

Zinarê Xamo: Êdî li ba kurdan ne asîmîlasyon, ne tirkbûn, kesên li dijî asîmîlasyonê û tirkbûnê xerab in. 40 sal berê min got, rojekê tirk zimanê xwe li me qedexe bikin, kurd ewê mitîngan çêkin û li hember rabin. Piraniya kurdan dixwazin bibin tirk, ne li dijî tirkbûnê ne.

Jiyan: Ki ci beje bila beje berpirsyar siyasetnemedarin,ewé kû hismendiya biratiyé û parastina dewleta tirk xistin mejiyé kurda û bi ideolojiyan kurd a zédetir bindest kirin,elbet wé encam ev bu ya,bala xwe didim kesén dûr bétir bi ziman girédayine

 

Hoşeng Nîzarî: Mamoste rastî (ne)rastiyeke me hatiye. Mixabin hin hevalên min (min hevaltiya xwe bi wan re birî) jî min bi vî awayî pênase dikin û ji min re dibêjin tu faşîst î, heya hinek dibêjin faşîstê veşartî yî. Ev êdî ji famkoriyê jî derbaz bûye mixabin...

Îzedîn Şevgîn: Biji Zımane Kurdi.

Zımane Kurdi Zımane Me Ye.

Zımane Me Hebuna Me Ye.

Zımane Me Rumeta Me Ye.

EY KURD,BI ZIMANE XWE BIXWİNİN!

Eyûb Alacabey: Dewleta Tirk ya Nîjadperest û dagirker, doza di derheqa PAK de vekirîye de PAK ê bi NÎJADPERESTÎ Sûcdar/tawanbar dike ji ber daxwaza Zimanê Kurdî bila bibe Zimanê perwerdeyî û fermî!..

Ewzane Ocal Eser: Raste ev demên dawî ez jî vê peyvê gellek carin dibihîzim û pê aciz dibim mixabin..

Zekî Şahoyî: Sal 1986 Em mêvanên maleke Kurdên Elezîzî bûn. Temenê Dayîka xudanê malê 70 salî hébû. Suhbeta me bi Kurdî hinek qiseyên tirkîjî di navde. Wê pîrejinê nişkave bi tirkî ‘bizde eskiden o dili konuşuyordux’ min bersiva Wê bi Kurdî da ´Em Kurdin bi zimanê xwe daxivin. Ma tu ne Kurdî ?’ Cardin bi tirkîya xwe got ‘ belê lê Em êdî bi Wi zimani na axivin.’ Xudanê malê ku kurdîya Wi başbû jiber gotinên dayka xwe biçek şermokebû.

Vêca birayê Zinar ez dipirsim me çi bersiv bida. Emjî ji qehran sorbûn û me xwarin nexwar. Çayek me vexwar û me xatira xwe xwast.

Di nav xweşîyanda bimîne.

Şevbaş.

 

Suphîye Bulut: Mixabin.

Lezgînê Çalî: Serê hêza sîyasî ya serdest li bakurê Kurdistanê sax be.


Zinarê Xamo:
 Rast e birayê delal, tirkan bi alîkariya zana, alim, ronakbîr, siyasetmedarên kurd em xistin vî halî.

Abdulah Bozkuş:  Mamoste ji xwe vana ji bona ku Kurdî nexwînin û nanivsînin wisa difikirin.

Tahsîn Yilmaz: Tû her bijî mamosta û seydayê hêja. Ew bê guman lawê cehşaye. Yekê dî weka wî dibê: Ez kûrd ûlkûcûme, de were bi wa bide fêmkirin.

Ahmed Şerîf: Dest xweş mamostê

Kanîya Dapîrê: Nizam tê bıra te nayê, te ji min re jî eynî gotibû. Min gotina te kir guhar kir guhoye xwe. Ew rojê min bi şaşî û kêmasîyên xwe dest bi zimanê kalikên xwe kir. Di rûpela minde tenê zimanê kalikên min derbasîdare. Slav û rêz mamoste

Husên Berzencî: Mixabin rêje,ya kurdên zol û bê esil zêde,ye

Mahmûd Alacabek: Kekê Zinar, Te di nedîtî de pêl dêla Cewrikekî kirîye. Kûçik bav pirin heyran, xwe pê aciz neke û Tu Sax.

Zinarê Xamo: Min xwe aciz nekiriye birayê ezîz, min qala tarajediya hatiye serê me kir. Netîceya asîmîlasyonê ev e, neyartiya qewmê xwe ye. Ev 40 sal in ez viya dibêjim.

Mohamed Aydin: Xesûrê min Paloyî şerwanê Şex Saîd bû û merivek gelek delal bû. Newîyên wî (ji me dûr) ku li Elazîzê dijîn hemû faşistin û xwe Tirk dihesîbînin.

Zinarê Xamo: Bi sedhezaran wisa bùne. Çewlik, Maden jì wisa ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE