22 april 2021

Zivistan bela xwe ji me venake

Min ji berfa me ya îro tiştek fêm nekir. Ji vêsê da ye xwedêgiravî dibare, lê ne erd girt û ne jî vekir; şilope ye, ne baran e, ne jî rindikî berf e.

Lê berf xizna erdê ye, zirara wê tuneye, tim li fêde me ye.

XXX

Dinya seroqûnî bûye, li Stockholmê berfê dest pê kiriye, 2 derece sar a.

Zivistana me poşman bû, bi paş da hat.

Bela sebeb negotine emrê biharê kin e, meriv hew dibîne tew qediya jî.

Zivistan zalim e, zû bi zû dev ji meriv naqere. Di 22ê nîsanê da bi berfê paş da hat. Tobe, tobe...

 XXX

Şerê li Qamîşloyê berdewam e. Hin çeteyên ereb ev çend roj in li Qamîşloyê êrîşî hêzên ewlekariyê dikin. Xwedêgiravî ew çekdarên hin eşîrên ereb in û girêdayî artêşa Sûriyê ne.
Bi bawriya min Tirkiye li pişt wan e, li ser daxwaza Tirkiyê êrîşî kurdan dikin û dixwazin li Qamîşloyê bêîstîqrariyê çêkin.
Dema Tirkiye bi xwe nikanibe midaxele bike, bi çeteyên girêdayî xwe tevliheviyê derdixe.
Hêvî dikim Amerîka û hêzên hevpeyman alîkariyê bidin kurdan. Kurd bi tenê bin şer nasekine, Qamîşlo ewê têkeve talûkê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE