Tiştê îxtîyariyê yê herî ne xweş zeîfbûna hafizeyayê ye, meriv bîrokî, bêhiş dibe, gelek tiştan, serpêhatiyan ji bîr dike.
Di zaroktî û xortaniya xwe da hafiza min wek teybê bû, çîrokeka seetekê, du seetan
dirêj li ba min bahata gotin, min ji ber dikir, roja din min kanîbû eynî
çîrok bêkêmasî bigota. Her tişt hema, hema bêkamsî di hişê min da, di bîra min da dima.
Lema dema ez hatim Swêd min gelek çîrok, pêkenîn, gotinên pêşiyan zanîbûn. Min di kovarên Hêvî û
Hêlînê û di rojanameya Armancê da ji wan gelek nivîsîn.