31 juli 2025

Me îro kilîta xaniyê xwe yê nuh girt

Îro me çû kilîta xaniyê xwe yê nuh girt. Lê em ji hal da hetin. Em seet 08.30´ da ji mal derketin, seet 21.00 da hatin malê. Em pir westiyan.
Me perê malikê dayê. Me herdu seriyan jî kaxetên kirîn û firotinê îmze kirin û hevdu pîroz kir.
Me ji malikê ra got, heger mimkûn e me bibin wir, em dixwazin careke din li xênî binêrin, hela tu lazimiya wî heye ya na.

Berî em bikirin me lê nêrî, lê ji ber mal tê da bû me hemû kêmasî nedîtin. Îro me dît jê ra sewax û boyax lazim e.

30 juli 2025

Meriv sîleha xwe teslîmî neyarê xwe nake

Dagirkerên welatê me, tirk, ereb bi dizî û eşkere teklîfa teslîmîyetê li PYD´ê, li HSD´ê, li kurdên Rojavayê Kurdistanê dikin.

Tirk û Ahmed el Şara ji HSD´ê û PYD´ê ra dibêjin sîlehên xwe deynin, werin xwe teslîmî me bikin.
Ji bo ku dema ew çekdar bin û kurd destvala bin, ewê kanibin bi rehetî kurdan bikujin.
Ji bo ku tiştê terorîstên Daîşê anîn serê kurdên êzdî, vê carê jî çeteyên HTŞ´ê û Tirkiyê bi rehetî bînin serê HSD´ê, PYD´ê û kurdên Kurdistana Rojava.

29 juli 2025

Her tiştê tirkan cahilî û derî dinyayê ye

Hin kesan qala nivîske ya jî twîtteke Ataol Behramoglu ya antî-kurd kiriye. Min got ez nivîsê bibînim, bixwînim, lê nebû, min dev ji lêgerînê berda.

Tu nivîseke ji medyaya tirk vedikî, deh, bîst pace, reqlam pit, pit li pey vedibin. Ciyê girtina wan jî baş vedişêrin. Meriv nizane çawa bigire.
Tu yekê digrî yeka din vedibe, yeka din vedibe; naqede, dawiya dawî ez aciz dibim û dev ji lêgerînê ya jî xwendina nivîsê berdidim.

28 juli 2025

Xwezî min ev serdema makîne ketine dewsa însên nedîta

Xwezî ez di vê serdema înternetê da nejiyama, min ev teknolojiyê, dijîtalîzasyona neînsanî, telefonên jîr, Instagram, Swish, Dîgî-Pas, BankIDê, YouTube û bi sedan tiştên wek wan, yên ez navên wan nizanim nedîta.
Ez ne însanê vê serdemê me. Hin tiştan ji mecbûrî fêr bûme, lê wek zewaca bêdil e.
Xwezî her tişt dîsa wek berê bi qelemê, bi nivîsê, rû bi rû hel bibûya.
Ez ne merivê vê serdemê me, ne yê vê teknolojiya neînsanî me. Ez ji heq dernayêm, ji ber wê jî di jiyana rojane da gelek zorî û zahmetiyan dikşînim. Îro ji hêrsa behecîm.

27 juli 2025

Ka werin em egoîstan hinekî nas bikin

Dixwzim çend aforîzmeyên, çend gotinên li ser egoîstan û egoîzmê yên xweş pêşkêşî we bikim.

Gelek fîlozofan, nivîskarên bi nav û deng li ser egoîzmê, egoîstan tiştên xweş gotine. Min ji wan çend heb wergerand kurmancî.

Li gorî merivê egoîst ew yekî/yeka pir muhîm e, kes nikane dewsa wî dagire, li welatê wî kesê ji wî zanatir, ji wî baqiltir tune ye.

26 juli 2025

Me îro qeresiyên xwe top kir û reçela xwe çêkir


Me îro karekî pir baş û bi feyde kir. Me îro dara xwe ya qeresiyê(vîşneyê) cara dawî rûçikand.

Çend roj in Stockholm pir germ e. Qeresiyên (vîşneyên)me zû gîhan.
Min ji nişka ve got xanim, rabe emê qeresiyên xwe top kin, reçela xwe çêkin û bi xwe ra bibin xaniyê xwe yê nuh.
Xanimê berê du dilî kir, got bira bimîne sibe, lê min zor dayê, got baş e. Û me dest bi karê xwe kir.

Exlaq di ser her bawerî û îdeolojiyê ra ye

Nivîskar, şair, rexnegirê îngilîz John Ruskin gotiye,  ”Li dinyayê gelek dînên ji hev cihê hene. Her dînek li gorî xwe rîtuelên xwe, îbadet û baweriyên xwe hene.

Lê belê exlaq tenê yek e. Merivên bêexlaq dînê wan hebe çi ye,
tunebe çi ye?”

Rast e, merivê bêexlaq dînê wî çi be jî ne nuhîm e, çimkî bêexlaq e,
her xerabî, her nerindî ji merivê bêexlaq tê û 
bêteredut dike.

25 juli 2025

Ji kûrika malê tiştên pir hêja derketin


Xinimê îro ji qulik û kûrikên malê hin tiştên entîke, pir hêja derxistin. Ji gişan bîna Qerejdaxê, bîna gundê Malwêrîn û bîna xaltiya min Zeynê û Meyrê, dengê kirkîtê wan tê.

Yek heqîb e, yek têr e, hersiyên din jî cil û çewal in.
Ev çendik û çend sal in xanimê veşartine, bi xêra barkirinê îro derketin ronahiyê.

Tirkiyê civîna Parîsê neda çêkirin


Tirkiyê di deqîqeya dawî da civîna ewê li Parîsê di nabêna HSD´ê, hukûmeta Sûriyê û nûnerê Amerîkayê Tom Barrack da çêbiba betal kir, neda çêkirin.

Do ewê li Parîsê di nabêna heyeta HSD´ê, heyeta hukûmeta Sûriyê û nûnerê Amerîkayê Tom Barrack da civînek çêbiba. Mezlûm Ebdî jî ewê beşdarî civînê biba.

Di seeta dawî da ji ber beşdarnebûna nûnerên Sûriyê civîn, betal bû, nehat çêkirin.

24 juli 2025

Dizên me ji malê ne

Li ku derê tirkekî irqçî, pantirkîst, neyarê kurdan hebe diherin dibînin, derdixin telewîzyonên xwe, jê aqil digrin, heqaret û zirzopiyên wî bi kurdan didin guhdarîkirin.

We qet dîtiye telewîzyoneke tirk li ser siyaseta Tirkiyê û mesela kurd bi kurdekî ji beşekî din Kurdistanê, bi siyasetmedarekî ji Kurdistana Başûr, Rojava û Rojhilat ra hevpeyvîn kiribe?

Ji bo kurdan tu qîmeteke demagojiyên Bahçelî û Erdogan tune ye

Serokê partiya MHP´ê Develet Bahçeliyê irqçî, pantirkîst gotiye,
”bira yekî kurd û yekî elewî bibin alîkarên serokkomarê
Tirkiyê.”
Kêfa hin kesan ji vê bertîla Devlet Bahçelî ya ji bo fetisandina
kurdên Kurdistana Rojava ra hatiye, nîv henek, nîv cidî pesnê
Bahçelî dane.
Bira alîkarî li wir bimîne, kurd bûn serokê Tirkiyê. Îsmet Înunu,
Cemal Gursel, Turgut Ozal kurd bûn, çi feydeya wan gîha kurdan?

23 juli 2025

Em kurdên Kurdistana Bakur çim teslîmî asîmîlasyonê bûn?

Asîmîlasyon proseseke meriv hêdî hêdî dihele, dev ji ziman û kultura xwe berdide, dibe beşek ji kultura miletê di piraniyê da ye.

Numûneya herî berbiçav jî kurdên Kurdistana Bakur in. Kurd hêdî hêdî dev ji ziman û kultura xwe berdidin, dibin malê ziman û kultura tirkî. Yanî bi wextê ra dibin tirk.

Di 50 salên dawî da herî kêm 4-5 milyon zarok û ciwanên kurd asîmîle bûn, bûn tirk.

22 juli 2025

Li Kurdistana Bakur kurdî li ber sekratê ye

Îro li Qoserê(Qiziltepe) bûyereke pir manîdar û trajîk hatiye serê Serdar Kilinçasalanê hêja.
Bûyereke wer salê çûnî(par) li Wêranşarê hat serê min jî. Ez dixwazim hûn jî vê Serpêhatiya Serdar Kilinçaslan bizanibin û bibînin bê kurd çawa û çiqasî asîmîle bûne û çi felaket hatiye serê me kurdan!

Serdar Kilinçaslan serpêhatiya xwe bi tirkî nivîsîye, min wergerand kurmancî. Dibê her kurd hay ji vê trajedîya miletê me, ciwanên me hebe.
Ka em guh bidin serpêhatiya Serdar Kilinçaslan:

Kurdan şerê li hemberî Daîşê berî bi sîlehê qezenc bikin bi exlaqê xwe qezenc kirin

Omer Zana xortekî rojnamevan e, bi salan di radyoya Dengê Amerîkayê da rojnaenaî kiriye.

Li ser zafera YPG´ê ya li hemberî barbarên, wahşên Daîşê wiha gotiye:
”Di seranserê rojnamevaniya min a di şerê li hemberî Daîşê da, ji şerê destpêkê yê li Serê Kaniyê, li Cezayê, li Şengalê, li El Halê, li Şedadîyê, li Minbiçê, li Reqayê û Tabkayê, li Barajê, li Cebel Kizwan, di şerê mezin ê li Ferêt da û herî dawî jî li Baghuzê, 12 salan min li tu derê nedît şervanekî YPG´ê li însanekî, li jinekê, li zarokekî ya jî li Daîşîyekî teslîm bûye heqaretê bike, miameleyeke xerab pê bike.

21 juli 2025

Vê carê ketim...


Hindik mabû min îro xwe seqet bikira. 22 sal e em di vî xanîyî da ne, ez her sal darên, deviyên dora hewşê dibirim, tu carî neketime. Îro ketim, lê silamet derbas bû.

Xanimê bi nêrdiwanê girtibû, min jî dar dibirrî. Nêrdiwan hejiya, ez ser piştê bi ser xanimê da ketim. Tu nemabû di vê taftafê da ez xwe jî, xanimê jî seqet bikim.
Axirê şansê me hebû, em herdu jî silamet xelas bûn.

Ereb li Ewrûpayê jî rehet nasekinin

Li Almanya, li bajarê Dusseldorfê di nabêna kurd û erebên Sûriyeyê da şer derketiye. Çar jê pûlis, gelek kes birîndar bûne.

Ji ber ku kurdan û durzîyan êrîşên ser durzîyan protesto kirine, erebên Sûriyê êrîşî ser wan kirine.
Erebên sunî, çeteyên Daîşê, el Qaîdê, terorîstên Colanî bi hev ra ne, naxwazin kes li dijî qetlîama durzîyan derekeve.
Sûriye, Îraq, Lubnan dewletên naylon in, dibê werin perçekirin, her milet, her gurûb bigihîje mafê xwe yê netewî, dînî.
Ewrûpiyan 80-90 berê ev dewletên naylon çêkirin, dibê ew xera jî bikin.

20 juli 2025

Gerek kurd xwe teslîmî guran nekin

Tikriye û Amerîka dixwazin kurdên Kurdistana Rojava têkevin bin destê Colaniyê terorîst, qatilê bi hezaran însanî. Donald Trump vê yekê li ser daxwaza Erdogan dike.
Colaniyê terorîst, qatil û hevalên wî yên tirk gur in, roja fersendê bibînin ewê kurdan jî wek durzîyan li hewa bixun.

Roja kurd bêsîleh bibin, roja nikanibin xwe biparêzin, tiştê Colanî anî serê durzîyan, nuseyrîyan, elewîyan ewê bîne serê kurdan jî. 

19 juli 2025

Baş e ku Îsraîl heye

Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack efendî li ser şerê Sûriyê gotiye, bi piştgiriya Amerîkayê Îsraîl û Sûriyê agirbest qebûl kirine. Tirkiyê û Urdinê jî destek dane vê agirbestê.
Îcar agirbest?
Bibêje terorîstên HTŞ´ê, Daîşê teslîm bûn. Çimkî Îsraîl daket qada şer.
Mêr xişmê mêr e, piling xişmê şêr e. Xişmê ereb û tirkan jî Îsraîl û Amerîka ye.

18 juli 2025

Germa Kurdistanê îro hatiye Stockholmê

Wele îro germ û havîna Kurdistanê hatiye Stockholmê, 30 derece germ e, Stockholm dikele. Meriv li dereke honik digere....

Yê min ne xema min e, lê xanim û Azad perîşan bûne, dibêjin em fetisîn. Wer xwe baweşîng dikin.

Şikir, ez ji germê ra jî, ji sermê ra jî xurt im, zû bi zû ne di qefil in, ne jî xwîdan didim. Min îro hîn xwîdan nedaye.

17 juli 2025

Îro birayekî şîrîn ji neviyê me Olîver Aras ra çêbû


Îro nevîyekî(torinekî)me yê nû çêbû, xortekî din li malbata Zinarê Xamo zêde bû. Bi vê zêdayiya lawikê me em bi mabatî pir kêxweş û dilşa ne.

Ji lawikê me yê biçûk, Rojen ra lawek çêbû, bû bavê du lawên şîrîn.
Diyawî dixwest keçik e, xwehek ji Olîver Arasê me ra çê bibe, lê wer nebû, birayekî wî çê bû. Ya muhîm problemeke çênebû, dê û gede, herdu jî silamet û bi sihet in.

Agahiya ji bo îro

Vê sibê ez hinekî meşxûl im, nikanim nivîsa xwe ya rojê binivîsînim. Ez zanim hin xwendevanên min ji xwe ra kirine rûtîn, her sibe li Facebooka min dinêrin.
Ji bo wê jî ez her sibe tiştekî parve dikim, dirêj, kin wek rojnivîsk çend rêzan dinivîsînim.

16 juli 2025

Rêberiya min îro baş çû


Min berê gotibû heta roja şemiyê ezê hinekî meşxûl bim. Lawikê me Azad hatiye serdana me, em bi hev ra digerin.

Îro em çûn mala lawikê me yê biçûk Rojen, em bîstekê li wir rûniştin.
Dûra min xaniyê me yê nuh nîşanî Azad da û ji wir jî em çûn parka Rudanê. Rudan, parqeke Stockholmê ya pir xweşik e. Pir mezin e. Em bîstekê li wir gerîyan û dûra hatin mal.

15 juli 2025

Îro roja me baş derbas bû


Em îro çûn Qesra Sturehov(Sturehovs slott). Qesra Sturehov yek ji qesrên Swêd yên sedsala 18´a ya dema gustaviansk e. Qesir baş hatiye parastin. Xweza hawirdora wê jî ecêb xweş e. Meriv ji gerrê, û temaşekirinê têr nabe.

Qesir him bi xweşikî û îhtîşama xwe, him jî bi xweza, bi daristan, ava dora xwe wek qesreke di orta cinetê da be.

Pûlisên tirk dîsa kurd lînc kirin


Do li Stenbolê bi îdîeya xwedêgiravî dengê muzîkê bilind kirine pûlisan rismê erebeyên malbateke kurd girtine, piştî minaqaşeyeke devkî, her deh ferdên malbatê, jineka bihalkî(hamîle, ducanî) jî di nav da, îşkence kirine.

Pûlisan pihîn li zikê jina bihalkî xistine. Geda jinikê bi sezeryanê ji ber kirine, lê xelas nebû, keçik mir, jiyana dayikê di talûkê da ye.

Ev ne cara pêşî ye tirk, pûlisên tirk ji ber muzîka kurdî li kurdan dixin, birîndar û lînc dikin, heta çend heb kuştin jî.

14 juli 2025

Tiştê xweş destê meriv jê nabe

Do derengê şevê di platforma X´ê da ev hevpeyvîna Firat Aydinkaya ya bi Mem Med ra bi çavê min ket.
Gava rastî nivîsên wî, hevpeyvînên wî têm dixwînim, tu carî di ser ra derbas nabim.
Nivîsên wî, hevpeyvînên wî dirêj in, lê xweş in, bi nabên dixwînim. Nêta min hebû vê hevpeyvîna bi nivîskar Mem Med ra kiriye jî bi nabên bixwînim.

Nîvê şevê bû, min got ezê hinekî bixwînim, qismê mayî jî bi xêr sibe temam bikim. Piştî min dest bi xwendinê kir, destê min jê nebû, min got hela vê paragrafê jî biqedînim, hela wê paragrafê jî biqedînim, min hew dît nivîs qediya.

13 juli 2025

Dev ji fêlbaziyê berdin !

Kurdan tu carî ji kêfê, li ciyê rehetiyê serî hilnedane, li hemberî bindestiyê, kolonyalîzmê, zulmê serî hildane, gelek trajediyên mezin jiyan e, xwîna xwe herikandine.

Di vê riyê da kurdan bedelên pir mezin dane, erê gelek caran têk çûne, lê tu carî dev ji îdîala xwe ya azadiyê, serxwebûnê bernedane.

Tu dewlet, tu zorbatî, tu xapandin nikane daxwaza azadiyê, serxwebûnê ji dilê kurdan derxîne, kurdan razî bindestiyê û tirkbûnê bike.

Felsefa me ya azadî û serxwebûnê ye !

Li ser girîngiya felsefeyê gelek kesan, fîlozofan gelek gotinên, aforîzmayên ji hev cihê gotine. Her yek li gorî xwe li ser aliyekî felsefê, li ser girîngiya felsefê sekinîye.

Felsefe, xwenaskirin e, gotin e, kirin e, axaftin e, fikîrîn e û ya herî girîng jî pirs e, pirsîn e, pirskirin e.
Çend pirsên felsefê yên esasî hene:

12 juli 2025

Tom Barrack ne wek nûnerekî Amerîkayê, wek berdevkê el Şara peyivîye

Tom Barrack

Konsulê Amerîkayê yê Anqerê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyê Tom Barrack, di heqê kurdên Kurdistana Rojava da wek berdekekî erebên Sûriyê peyivîye, ji Rûdawê ra gotiye:

”Amerîka rêzê li yekpareyiya axa Sûriyeyê digire û ji bo avabûna Kurdistaneke azad, yan jî herêmeke federal ji bo Kurdan li wî welatî tu nîşanek tune ye.

Amerîka rêzê li dewlet-neteweyên hene, xwedî statu û yasayî ne digire, wan nas dike û hew.
Tu nîşanek nîne Kurdistaneke azad ava bibe. Tu nîşanek nîne dewleteke serbixwe ya HSDyê hebe.”

Bîranînên Omer Şêxmûs xezîneyeke tarîxî ye


Do bi şev min kitêba birayê xwe yê hêja Omer Şêxmûs qedand. Ev çend roj bûn di destê min da bû, min bi şev, heta derengê şevê dixwend.
Kitêb hevpeyvîn e, bi tirkî ye. Navê wê, ”Bir kurt devrimcisi/Omer Şeyhmus´un hayatindan kesîtler”.

Bi kurmancî meriv kane wiha tercume bike, ”Şoreşgerekî kurd, ji jiyana Omer Şêxmûs hin beş”.
Newzad Elî Ehmed demeke dirêj, li ser jiyan wî, serpêhatiyên wî, xebatên wî yên siyasî, endametiya wî ya YNK´ê(Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê) pê ra hevpeyvînek dirêj kiriye.

11 juli 2025

Xwezî ev serîhildana mezin bi vî rengê trajîk neqediya


Tiştê Evdila Ocalan kir ji bona min ne surprîze. Evdila ji roja hatiye girtin bûye merivê dewletê, tirkan jê çi xwestiye wî ew kiriye.

Evdila bi vê teslîmîyeta xwe ne xwe tenê, hevalên xwe jî hustuxwar û bi xwe ra rezîl kir.
Ez li ber Evdila Ocalan nakevim, ew kane her tiştî bike, her tişt li bejna wî tê. Ez li ber bi hezaran gerîlayên şehîd ketin, li ber bi sedan keç û xortên xwe ji bo vî tirsonekî xwe şewitandin, li ber wan dikevim; li ber bi hezaran kesên hîn di zindanên tirkan da ne dikevim, êşa wan, trajediya wan di dilê xwe da his dikim.

Her tiştê dest pê dike diqede

Lucius Annaeus Seneca

Lucius Annaeus Seneca fîlozofekî îspanîyê bi nav û deng e. Wek Senecayê biçûk tê naskirin. Li Cordobayê hatiye dinê(4 BZ), li Romayê miriye(PZ 65).

Li ser jiyanê, li ser girîngîya felsefê gelek gotinên wî yên xweş hene. Min ji wan gotinên wî çend heb wergerandin kurmancî. 

Hêvî dikim bi kêfa we jê ra were.

10 juli 2025

Îro roja kar bû


Îro li Stockholmê roj xweş bû, 23 derece germ bû. Piştî me gerra xwe qedand, em hatin mal. Me pariyek nan kir ber dilê xwe, qahwa xwe ya navrojê vexwar û bîstekê bîna xwe girt.

Dûra min zend û bendên xwe vemaltin, min rahîşt meqesa dara û dûzanek da sêncên(dehlên, devîyên, çîtên) dora hewşê.

Min sê alî temam kir, ma aliyek. Lê ew alî jî yê herî pir e û herî zahmet e.

Bûk bi dilê zavê ye çi pitepita xelkê ye !

Go bûk bi dilê zavê ye, zava bi dilê bûkê ye, de îcar çi pitepita xelkê ye !

Tirkiyê, Evdila Ocalan û PKK´ê li hev kirin, herdu serî ji bazara xwe memûn in. Ez fêm nakim ji bo çi hin kes xwe diqeherînin, dikevin gewriya hev û pêsîra PKK´ê?
Evdila partiya xwe digre, hevalên wî sîlehên xwe datînin, teslîm dibin, teslîm nabin karê wan e, gelşa wan e. Ne hewce ye kesên ne PKK xwe hewqasî biqeherînin, li çonga xwe xînin.

09 juli 2025

GROK´ê qûş li tirkan qetandiye


Li ser kurd û Kurdistanê Grokê(AI) qûş li tirkan qetandiye, ew perîşan kirine. Ji kurdan ra pişteke pir salim, çavkaniyeke wek deryayê çêbû.

Bi xêra van minaqeşeyên di nabêna tirkan, Grokê û kurdan da, kurd tarîxa xwe fêr dibin. 

Gelek tiştên kurd, ciwanên kurd nizanin, nikanin bizanibin, nikanin

xwe bigihîninê, Grok di nava çend sanîyê da bi sedan belge û

çavkanîyan dixe çavên tirkên irqçî, tirkên Kurdistanê, tarîxa kurdan

înkar dikin, dibêje a ji we ra belge, a ji we ra çavkanî.

Du tişt

Giordano Bruno(1548-1600)

Fikrê fîlozofê îtalî yê bi nav û deng Gîordano Bruno* li ser çend tiştên baş û nebaş, çê û xerab, bifêde û bizirar. Di jiyanê da meriv kane hin tiştê baş jî bike, hin tiştên xerab jî. Li gorî Gîordano Bruno du tişt meriv baş û xerab in, du tişt meriv baş û xerab dike. Werin em bala xwe bidin pêşniyarên Gîordano Bruno, hela camêr çi gotiye? Di fêrbûnê da zirar tune ye, zirar di nezaniyê, di cahiliyê da ye.

08 juli 2025

Sînorê bêxîretiyê tune ye

Ji 12 eskerên du roj berê di şikeftekê da jahrdadayî bûn û mirin, yek ji qeza Belîsê, ji Adilcewazê ye; navî wî Mahsûn Yeşîldemîr e.

Bav û birayê Mahsûn Yeşîldemîr ji dêlî xemgîn bibin, gotine bira serê dewleta me sax be, ew çû em hene, emê herin bakurê Îraqê li dijî PKK´ê şer bikin.
Birayê wî gotiye:

07 juli 2025

Jimara leşkerên tirk ên bi jahrê mirin derket 12´a

Do li Zapê-Metînayê 19 leşkerên tirk di şikeftekê da jahrdadayî bûn. Berdevkên ordiya tirk berê gotin 5 leşker ji ber gaza Metanê mirine, yên din li nexweşxanê tedawî dibin. Dûra gotin jimara leşkerên mirin derketiye 12 heban.

Berdevkên ordiyê û wezîrê parastinê yê Tirkiyê Yaşar Guler dibêjin sebeb gaza Metan e. Xwedêgiravî leşker ji bo saxîkirinê ketine şikeftekê û di şikeftêda jahrdadayîbûne.

Perîşanî bûye para me kurdan


Her çar perçên Kurdistanê û çarhawêlî me bûye warê kul û derdan, warê şer û cengê, warê koçberiya ciwanan, warê xeberên xemgîniyê.

Di malperên xeberan(nûçeyan)da, di medyaya sosyal da tu li kîjan xeberê, li kîjan parvekirinê dinêrî tu pê xemgîn û bêhêvî dibî.

Seranserê Kurdistanê, Îranê, Tirkiyê, Îraqê, Sûriyê herb e, zulm e, teşxele ye, birçîbûn e, hejarî ye, rev û koçberiya ji Kurdistanê, ji ber zulmê, ji ber bêkariyê û birçîbûnê ye.
Bixwendina van xeberan meriv bedbîn û bêhêvî, xeyalşikestî dibe.

06 juli 2025

Bi xêra xortê me yê biçûk me îro kêf kir


Neviyê me yê biçûk Oliver Aras îro hatibû serdana kalik û pîrika xwe. Bi hatina xwe wek her car, dîsa mala me şên kir, em têr kenandin. Lê em hinekî jî westandin.

Du hefteye nexweş bû, çavê wî kul bûbû, me hevdu nedîtibû. Nuha baş bûye, wek berê dîsa rehet nasekinî, li hundur çerx bû, dixwest her derê saxî û teftîş bike.

Ji Îsraîl ra lê hatiye

Pîrê fedî dikir têkeve govendê, gava ket govendê kêfa wê pir jê ra hat, tahmê da boçikê, govend neterikand, nexwest ji govendê derkeve.

Îsraîl bawer nedikir ewê bikaribe derbeke hewqasî mezin li meleyên Îranê xîne û jê ra bimîne, piştî lêxist tahmijî, êdî naxwaze bela xwe jê veke.
Carnan ji meriv ra lê tê, kabê meriv mîr tê. Ji Îsraîl ra lê hat, dibê vê fersendê ji dest nede.

05 juli 2025

Efendîno, hûnê ji welatê me biteqizin !

Kurdperwerê hêja, birayê minê ezîz, abûqat Kadir Kutewî şiîra Arjen Arî (EFENDÎNO) xweş dixwîne, dilê meriv rehet dike. Min xwest hûn jî lê guhdarî bikin.Efendîno, şiîreke muhteşm e. 

Di van rojên krîtîk da meriv tim bi bîra mahcir û dagirkerên welatê xwe xîne, bibêje hûnê rojekê ji vî welatî biteqizin, ji welatê me herin, ew roj hêdî hêdî nêz dibe.
Bi dengê Kadir Kutewî ra şiîrê jî pêşkêşî we dikim. Him şiîrê bixwînin, him jî ji dengê Kadir Kutewî lê gudarî bikin.

Her tiştê tu şaş dibînî tavilê rexne meke

Çend pêşniyarên meriv kane jê fêdê û dersê bigire. Lê helbet kes ne mecbûr e wan rast bibîne, qebûl bike. Bixwînin, ya ewê têkeve serê we ya nekeve serê we.
Em her roj gelek tiştên berradayî, tiştên meriv pê diqehere dixwînin. Wek aforîzmayên kin in, ne dirêj in. Meriv dide fikirandin. Lê dîsa jî hûn bi kêfa xwe ne.

04 juli 2025

Keçik û xortê sebzefiroş pir kêfxweş bûn

Dolaba me ji sebze û mêwe vala bûbû. Do em çûn ser sebzefiroşê taxa me. Ji me ra zebze, mêwe çi lazim bû, me hewcedariyên xwe giş kirî. Xanim li pêş min di dorê da bû, wê pere da, me rahîşt tiştên xwe û me berê xwe da malika xwe.

Li malê min dît xanimê meqbûz daye ser masa kêleka xwe. Meqbûz qerçimîye, pîs bûye. Min bala xwe da meqbûzê. Min dît xanimê heqê pakêta hêkan ji me negirtiye.

Lawik dizekî jîr bûye

Kalekî cotkar ji lawê xwe yê girtî ra nameyek şand. Di nama xwe da ji lawê xwe ra got:

-Lawê min, îsal ezê nikanibim patata biçînim. Ez nikanim erd bi tena serê xwe bajom. Ez kal bûme, ew hêz êdî di min da nemaye. Heger tu ne girtî bûya, tu li vir bûya, te yê alîkariya min bikira, minê patatê xwe biçanda. Îsal ezê bê patat bimînim.
Lawê wî jê ra nameyekê dinivîsîne, dibêje:

03 juli 2025

Dinya pir zû guherî

Do min û xanimê bi trênê rêwîtiyeke hinekî dirêj kir, li dora du seet û nîvê ajot.

Danê êvarê bû, însan ji kar vedigerîyan malên xwe. Cî tunebû em herdu rûnin. Min cîyek dît. Min ji xanimê ra got, were rûne, got na tu rûne, israra min qebûl nekir ez rûniştim.
Xortê li kêleka min rabû, ciyê xwe da xanimê. Nezaketên wiha carna çêdibe, hin însan  cî didin kal û pîran. Min sipasî xort kir. Cî ji me herduyan ra çêbû.

02 juli 2025

Me îro rojek xweş borand


Îro em çend heval mîvanên hevalê me yê ezîz Mahmûd Lewendî û Muzeyen xanimê bûn. Bi xizmet û sohbet awan em îhya bûn.

Hevalê me yê hêja Dundar Kurt, çend roj in hatiye serdana birayê xwe Erdal Kurdman Kurt.
Me biryara da em li aşxaneya Terassen hevdu  bibînin. Ez û xanim, Dundar Kurt û birayê xwe Erdal, Vîldan Tanrikulu û xanima xwe Şukran xanim li bajarê Nynashamnê, li aşxaneya hevalên me hatin ba hev. 

Bi Zal Mazî ra gilî û gazinên li ser asîmîlasyona kurdan

Çend roj berê min li ser asîmîlasyona kurdên Kurdistana Bakur nivîsek kin nivîsî. Nivîs hat ecibandin. Di malpera min a X´ê da li ser asîmîlasyonê û xemsariya siyasetmedaran di nabêna min û Zal Mazî da sohbetek xweş çêbû.

Min got, ”Bi aweriya min miesesa siyasetê ji dewletê bêtir tirkî kir devê kurdan, xist malên kurdan; ji dewletê bêtir kurd asîmîle kir.”
Siyasetmedaran siyaset bi zimanê kurdî nekirin, bi tirkî kirin, kurd hewisandin tirkî.

01 juli 2025

Havîna îsal zêde germ e

Germa Afrîkayê xwe gîhand Stockholmê jî. Stockholm 26 derece germ e xanim debar nake. 

Ev çend roj in Ewrûpa Başûr jî dikele. Li welêt, Amed, Riha, Mêrdîn jî nuha 40-50 derece germ e, Xwedê alîkarê wan be. Nuha dibê meriv li zozanên Culemêrgê, li Wanê be.

Yê min germ ne xema min e. Ez ji germê ra jî, ji sermê ra jî xurt im. Zêde li ber rojê nemînim, pir nemeşim xwîdan nadim.

Îslamîstên tirk do bi şev li Stenbolê êrîşên 6-7´ê îlona 1955´a dubare kirin

Tirkên îslamîst do bi şev li Stenbolê bi hinceta protestokirina karîkatorekî kovara mîzahî Lemanê, bûyerên 6-7´ê îlona 1955´a dubare kirin.

70 sal berê, di 6-7´ê îlona 1955´a da dewletê derewek belav kir, gotin "bombe avêtine mala Ataturk a li Selanîkê.”

Dûra jî li Stenbolê û li hin bajarên din ên Tirkiyê(Îzmêrê, Anqerê) bi rengekî organîze êrîşî mal, kargeh, dibistan û îbadetxaneyên yûnan, ermenîyan, cihûyan kirin, gelek der talan kirin, şewitandin.
Herî kêm 15 kes kuştin û bi sedan kes jî birîndar kirin.