Li Almanya, li bajarê Dusseldorfê di nabêna kurd û erebên Sûriyeyê da şer derketiye. Çar jê pûlis, gelek kes birîndar bûne.
Ji ber ku kurdan û durzîyan êrîşên ser durzîyan protesto kirine, erebên Sûriyê
êrîşî ser wan kirine.
Erebên sunî, çeteyên Daîşê, el Qaîdê, terorîstên Colanî bi hev ra ne, naxwazin kes li dijî qetlîama durzîyan derekeve.
Sûriye, Îraq, Lubnan dewletên naylon in, dibê werin perçekirin, her milet, her gurûb bigihîje mafê xwe yê netewî, dînî.
Ewrûpiyan 80-90 berê ev dewletên naylon çêkirin, dibê ew xera jî bikin.
Bûyerên wiha kanin mezintir û
talûketir bibin. Ji bo ku bûyerên wiha li Ewrûpayê çênebin dibê li Rojhilata
Navîn kurd û miletên din giş bigihîjin mafên xwe yên netewî. Gerek tu milet, tu
gurûbeka dînî, mezhebî bindest nemîne, her kes bigihîje mafê xwe yê rewa.
Heta ev nebe bûyerên wiha ewê li her dera Ewrûpayê derkevin.
XXX
-Tu kevirekî hezar carî jî bavêjî hewa tu nikanî bifirînî, firînê fêrî kevir bikî. Enerjîya xwe ji bo karên baş xerc bikin, bi însanên durist ra
kar û xebatê bikin. Kevir nabe çivîk(çûk), çivîk nabe kevir.
Însan mexlûqatekî ecêb e, tim ji tiştê nemimkûn bawer kiriye; yên dixwazin ji kevir çivîkekê derxînin û bifirînin di piraniyê da ne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar