Tikriye û Amerîka dixwazin kurdên Kurdistana Rojava têkevin
bin destê Colaniyê terorîst, qatilê bi hezaran însanî. Donald Trump vê yekê li
ser daxwaza Erdogan dike.
Colaniyê terorîst, qatil û hevalên wî yên tirk gur in, roja fersendê bibînin ewê kurdan jî wek durzîyan li hewa bixun.
Roja kurd bêsîleh bibin, roja nikanibin xwe biparêzin, tiştê Colanî anî serê durzîyan, nuseyrîyan, elewîyan ewê bîne serê kurdan jî.
Kurd vê talûkeya mezin dibînin, ji
bo wê jî xwe teslîmî terorîstên HTŞ´ê nakin. Talûkeya li pêş kurdan pir mezin
e, lê liberxwedan ji destvalatiyê, ji bindestiya Colanî rasttir û baştir e.
Li Sûriyê bêyî federasyoneka rastîn, demokratîk çareseriyeke din tune ye.
Sûriya berê çû, hew bi paş da tê. Êdî ne mimkûn e kurd, durzî, nuseyrî, elewî
wek berê bindest bin û Sûriye jî bibe dewleteke ereb a erebên sunî.
Dibê ez viya jî bibêjim, durzî kurd in. Serokê durzîyan Welîd Canpolat çend
caran ev yek got. Di rojnameya Armancê û di telewîzyona Medya yê da bi Welîd
Canpolat ra hevpeyvîn heye.
-Lînka telewîzyona Medya
-Lînka rojnameya Armancê
XXX
Ereban, tirkan û meleyên faşîstên Îranê heger kanîbûna ji
zûda qira yahûdiyan û kurdan anîbûn, yahûdiyek û kurdek li welatên xwe nedihîştin.
Lê Îsraîl êdî xurt e, kane xwe biparêze. Miletê di devê topê
da em kurd in. Baş e ku Amerîka, Fransa û hin dewletên Ewrûpa hene, nahêlin bi
tevayî qirra me bînin.
Ez bi van gotinan buhtanan li ereb, tirk û farisan nakim, El
Qaîde, Daîş, HTŞ, Hamas, Hizbulah îspata vê dîtina min e. Ma me li Şengalê çi
xerabî bi Daîşê kiribû, bi sedan êzdî kuştin, bi hezaran jin û keçên êzdî
revandin, wek kole firotin hev. Tirkiye, dewletên ereb ev hovên îslamî
parastin, veşartin.
Dibê em kurd baş bizanibin roja ereb, tirk, faris kanibin,
tiştê nuha tînnin serê durzî û elewîyan ewê bînin serê me kurdan jî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar