19 juli 2025

Baş e ku Îsraîl heye

Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack efendî li ser şerê Sûriyê gotiye, bi piştgiriya Amerîkayê Îsraîl û Sûriyê agirbest qebûl kirine. Tirkiyê û Urdinê jî destek dane vê agirbestê.
Îcar agirbest?
Bibêje terorîstên HTŞ´ê, Daîşê teslîm bûn. Çimkî Îsraîl daket qada şer.
Mêr xişmê mêr e, piling xişmê şêr e. Xişmê ereb û tirkan jî Îsraîl û Amerîka ye.

Terorîstên HTŞ´ê û Daîşê bi piştgiriya Tirkiyê êrîşî durzîyan kirin, lê Îsraîl çû hawara durzîyan û sîleyek baş da belka guhên wan. Piştî 5 rojan teslîm bûn û ji Siwêdayê reviyan.

Xwedê kir Îsraîl heye. Ne Îsraîl be ereb ewê bi ezmanan ra şer bikin. Li gorî çiyê berf lê dibare.
Heger ne Îsraîl, Amerîka, Fransa be tirk û ereb û faris ewê kurd û xelkên din tavilê qir bikin.

XXX

Li Sûriyê şerê ereban bû porê dînan, baş li hev geriya. Di gurrbûna şer da tiliya Tirkiyê heye. Tirk dixwazin bi destê çeteyên îslamî dewleteke yek milet, yek ziman, yek meclîs, yek artêş, antî-kurd û girêdayî Tirkiyê ava bike. Nêt û hesabê Erdogan-Bahçelî ev e.

Kurdan ev pilana Tirkiyê fêm kiriye.

Dibê nigê meriv di pîsiya ereban negere, ne mimkûn e meriv jê pak bibe, dibê meriv wê solê bavêje.

1350 sal e şerê sunî û şîiyan neqediya ye û neqade jî. Dîn, îslamîyetê mala eraban şewitandiye; heta ne mala ereban tenê, mal her miletê misilman şewitandiye. Îslamîyet nahêle însan medenî bibin, hevdu qebûl bikin, ji ber baweriyê ji xelkê nefret nekin.

Xelasiya kurdan ne di hevaltiya ereban da ye, dûrketina ji wan e.

Heger Îsraîl, Amerîka û Ewrûpa li hev bikin ewê Sûriyê belav bikin, bikin çend perçe. Kurd jî ewê bibin xwedî dewlet.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar