Wele îro germ û havîna Kurdistanê hatiye Stockholmê, 30 derece germ e, Stockholm dikele. Meriv li dereke honik digere....
Yê min ne xema min e, lê xanim û Azad perîşan bûne, dibêjin em fetisîn. Wer xwe
baweşîng dikin.
Şikir, ez ji germê ra jî, ji sermê ra jî xurt im, zû bi zû ne di qefil in, ne jî xwîdan didim. Min îro hîn xwîdan nedaye.
XXX
Hukûmeta AKP´ê dixwaze di meclîs da komsyoneka guhertina
destûrê ava bike. Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş li ser şikilê komîsyonê îro
ewê bi nûnerên partiyan ra bicive.
Navê ”çareseriya mesela kurd” jî bi komîsyonê xistine, lê ez
bawer nakim dixwazin kurdan wek milet nas bikin û mafê wan ê netewî qebûl
bikin, kurd bibin xwedî statuyeke netewî.
Tiştê min ji beyanên cepheya Erdogan-Bahçelî fêm kiriye
armanca guhertina destûrê ne ji bo çareserkirina mesela kurd e, dixwazin cara
4´a jî Erdogan bikin serokê Tirkiyê.
Bi texmîna min, tiştê min ji Erdogan fêm kiriye, mêrik dibêje
ez heta ez sax bim ez vê kursiyê nadim kesî. Ji bo vê jî di meclîsê da ji
Erdogan û Bahçelî ra piştgiriya kurdan lazim e.
Yê min texmîna min a şexsî ye, ji beyanên tirkan ez viya fêm
dikim Hêvî dikim texmîna min şaş be, Erdogan- Bahçelî fêlbaziyê nekin, mafên
miletê me di destûrê da qebûl bikin.
XXX
Ev beyana berdevkê kar û barên derve yê PYD Salih Muslim gelkî kêfa
min anî. Salih Muslim, li ser nîqaşên derbarê danîna sîlehên HSD´ê da gotiye:
"Danîna çekan a HSD´ê tê wateya
hemû gelên li vir ewê bi gefa komkujiyê ra rû bi rû bimînin. Ev çek ji bo
parastinê ne."
Salih Muslim, rexne li daxuyaniyên Nûnerê Amerîkayê yê
Sûriyeyê Thomas Barrack jî girtiye gotiye:
"Barrack dibêje ”Em ji bo kurdan dewletek neteweyî
naxwazin.” Ew hewl dide me neçar bike em teslîmî feraseta em li dijî wê şer dikin
bibin."
Sûriye dewleteke sûnî ye, bi zor bi hev va zeliqandin. Lê wer xuya dike umrê vê
dewleta sûnî qediya ye, ewê perçe bibe, kurd ewê dewleta xwe ava bikin. Baştir e
ew Kurdistana Başûr bibin yek, heta
beşên Kurdistanên ên din raizaga dibin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar