17 juli 2025

Îro birayekî şîrîn ji neviyê me Olîver Aras ra çêbû


Îro nevîyekî(torinekî)me yê nû çêbû, xortekî din li malbata Zinarê Xamo zêde bû. Bi vê zêdayiya lawikê me em bi mabatî pir kêxweş û dilşa ne.

Ji lawikê me yê biçûk, Rojen ra lawek çêbû, bû bavê du lawên şîrîn.
Diyawî dixwest keçik e, xwehek ji Olîver Arasê me ra çê bibe, lê wer nebû, birayekî wî çê bû. Ya muhîm problemeke çênebû, dê û gede, herdu jî silamet û bi sihet in.

Olîver Aras 18 mehçî ye, hîn biçûk e, ka em binêrin ewê reaksîyeneke çawa nîşan bide. Ez bawer dikim ji bo wî ewê gelkî zor be.

Olîver Aras îro li ba me bû. Berê hinekî giriya lê dûra hewîya, hogirî me bû, me têr lîst.
Êvarî min ji mîvanê xwe ra goşt biraşt. Ji zûda ye me goşt nebiraştibû. Jê hez kirin.

XXX

Vê sibê ez hinekî meşxûl im, nikanim nivîsa xwe ya rojê binivîsînim.

Ez zanim hin xwendevanên min ji xwe ra kirine rûtîn, her sibe li Facebooka min dinêrin. Ji bo wê jî ez her sibe tiştekî parve dikim, dirêj, kin wek rojnivîsk çend rêzan dinivîsînim.

Min jî her sibe parvekirina nivîsekê ji xwe r kiriye rûtîn, adet. Ji bona vê adeta xwe xera nekim van rêzan dinivîsînim.

Îro Stockholm 28 derece germ e, tam havîn e.

Bimînin di nava xêr û xweşiyê da.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar