Hindik mabû min îro xwe seqet bikira. 22 sal e em di vî xanîyî da ne, ez her sal darên, deviyên dora hewşê dibirim, tu carî neketime. Îro ketim, lê silamet derbas bû.
Xanimê bi nêrdiwanê girtibû, min jî dar dibirrî. Nêrdiwan hejiya, ez ser piştê
bi ser xanimê da ketim. Tu nemabû di vê taftafê da ez xwe jî, xanimê jî seqet
bikim.
Axirê şansê me hebû, em herdu jî silamet xelas bûn.
Di 4´ê meha pêş me da emê malê biguhezin. Naxwazim gîha hewşê û darên dora hewşê nebirî bihêlim. Ne mecbûr im bikim, lê ji ber ku malbata xanî kiriye kurd e(kurdên Konyayê ne)min nexwest vî karî ji wan ra bihêlim.
Birrîna van darên dora hewşê karekî pir zahmet e. Pir bilind bûye, birrîna zahmet e. Min bi zor di 3 setan da qedand. Ez û xanim pir westîyan, ji pî û bask da ketin. Di ser da jî me dikira xwe seqet bikira.
Lê ez ji vî karî êdî xelas dibim, ev cara dawî ye. Xaniyê bi hewş, bi bexçe xweş e, em 22 salan tê da xenê bûn. Lê karê wî pir e, dibê meriv li hewşê, li bexçe binêre, daran bibire, gîha hewşê çend caran biçine. Em ji van karan xelas dibin. Em kal û pîr in, karên wiha ji bo me êdî zor e.
Lê
jiyana dahîreyê jî qet ne xweş e, çar dîwar in, em jê hez nakin. Lê
mecbûr in
wê jiyanê hilbijêr in.
Em malê top dikin, em ketine sitresê, dûzana min xera bûye.
Piştî em bar kin, bi cî bûn ewê wextê bigire. Vekirina 50
kartonan, bicîkirina tiştan ne rehet e, herî kêm ewê heta dawiya meha pêş me
bajo.


Inga kommentarer:
Skicka en kommentar