22 juli 2025

Kurdan şerê li hemberî Daîşê berî bi sîlehê qezenc bikin bi exlaqê xwe qezenc kirin

Omer Zana xortekî rojnamevan e, bi salan di radyoya Dengê Amerîkayê da rojnaenaî kiriye.

Li ser zafera YPG´ê ya li hemberî barbarên, wahşên Daîşê wiha gotiye:
”Di seranserê rojnamevaniya min a di şerê li hemberî Daîşê da, ji şerê destpêkê yê li Serê Kaniyê, li Cezayê, li Şengalê, li El Halê, li Şedadîyê, li Minbiçê, li Reqayê û Tabkayê, li Barajê, li Cebel Kizwan, di şerê mezin ê li Ferêt da û herî dawî jî li Baghuzê, 12 salan min li tu derê nedît şervanekî YPG´ê li însanekî, li jinekê, li zarokekî ya jî li Daîşîyekî teslîm bûye heqaretê bike, miameleyeke xerab pê bike.


Min bi sedan bi Daîşîyên dihatin girtin ra hevpeyvîn kir. Hevpeyvîna min a herî balkêş bi fermandarê şerê Baghuzê Hecî Nasir ra bû. Min jê pirsî:
”Li gel wahşeta we, techîzata we, piraniya we, kurdan çawa kanîbû we mexlûb bike?
Got:”Kurd berî bi sîlehên xwe qezenc bikin, bi exlaqê xwe qezenc kirin.”*
Kurdan di her şerî da tim ev exlaqpakîya xwe nîşîn dane. Tarîxa me şahidê vê camêriya miletê kurd e.
Kurdan di şeran da tu carî heqaret li êsîrên xwe nekirine, tu carî destê xwe li jinan ranekirine, heqaret li wan nekirine, tecawizî jinên neyarên xwe nekirine.
Ereban berê jî kirine, nuha jî dikin. Terorîstên Daîşê bi hezxaran keç û jinên êzdî ji Şengalê revandin, tecawizî wan kirin, ew firotin hev.Bênamûsiyeke ji viya mezintir tune ye.
Daîşê û terorîstên îslamî gişan nîşan da ew ji exlaq, ji mirovahiyê ji bin da bêpar in; wahş in, hov in.

*Nivîsa Omer Zana bi tirkî ye, di malpera Facebookê ya Yannis Yaylali da ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar