Îro li Qoserê(Qiziltepe) bûyereke pir manîdar û trajîk
hatiye serê Serdar Kilinçasalanê hêja.
Bûyereke wer salê çûnî(par) li Wêranşarê hat
serê min jî. Ez dixwazim hûn jî vê Serpêhatiya Serdar Kilinçaslan bizanibin û
bibînin bê kurd çawa û çiqasî asîmîle bûne û çi felaket hatiye serê me kurdan!
Serdar Kilinçaslan serpêhatiya xwe bi tirkî nivîsîye, min wergerand kurmancî. Dibê her kurd
hay ji vê trajedîya miletê me, ciwanên me hebe.
Ka em guh bidin serpêhatiya Serdar Kilinçaslan:
”Îro ez li Qiziltepe bûm. Dema ez li bende hevalan bûm, li
qahwexaneyekê rûniştim, min çay, qahwe vexwar.
Ji bo ku hesabê xwe bidim çûm qasê. Ji min ra got deynê te tune ye.
Min got, çawa dibe, min av, çay, qahwe vexwar.
Kasîyer got:
”Keko, bala xwe bide van kesên li vê qahwê rûniştine.”
Min bala xwe dayê, giş xort bûn. Hinekan bi simêlê, hinekan bi por, hinekan bi
kincan û bi xişrên xwe terzek ji xwe ra peyda kiribûn.
Kasîyer got:
”Keko, ez vana hemûyan nas dikim. Tê sîparişên(temîyên) xwe bi tirkî dikin. Ez
bi wan ra kurmancî dipeyivim, ew bi tirkî bersîvê didin min. Lê dema tu rûniştî
te bi kurdî silav da garson. Te temîya xwe bi kurdî kir. Nuha jî tu bi kurdî
dixwazî hesabê xwe bidî. Ma ezê çawa ji te pera bistînim?”
Çend sal in li Qiziltepe li qahwexaneyan rûnanim. Bi piranî diçim Mêrdînê. Li
hemberî tiştê kasîyer got ez şok bûm.
Jibo min bî tirkî nivîsand lêborî ji we dixwazim.
Serdar Kilinçaslan
Heger li Qoserê rewş ev be, li her bajarê din ê Kurdistanê jî wiha ye, heta
xerabtir e. Ji bona piraniya kurdên bakurê Kurdistanê kurdayetî, kurdî ne muhîm
e û ji kurdî bêtir ji tirkî hez dikin.
Kurdên tu beşekî Kurdistanê bi qasî kurdên bakur heliyan e, nebûne evîndarên
zimanê dagirkerên welatê xwe. Kudên bakur bûne muptelayê tirkî, bi dil û can
dixwazin ji kurdî xelas bibin û têr bi tirkî bipeyivin.
Xortê bi kurdî nizanibe bibêje ez kurd im jî malê civata
tirk e, nikane ji bo kurdan, ji bo edebîyata kurdî, ji bo zimanê kurdî, muzîka
kurdî tiştekî bixuliqîne. Lê ji bo tirkî kane û ewê bike. Çimkî zimanê wî, ruhê
wî, hestên wî bi tirkî ye.
Hema bira bibêje ez kurd im, tu fêdê nade kurdan.
Par li Wêranşarê eynî tişt hat serê min jî. Ez çûm parqekê,
li bende xanimê bûm. Min ban garson kir, bi kurmancî min qahwe xwest.
Camêr çû qahwe anî. Ji min ra got, nizanim çend sal in ez vê parkê didim
xebitandin, cara pêşî ye yek bi kurmancî temîya xwe dike, sîparîşa xwe dide.
Me dest bi sohbetê kir, xort ji Kurdistana Rojava bû, li ser asîmîlasyona
wêranşariyan ji min ra qala gelek çavdêriyên xwe kir. Got keç û jin hema hema
qet kurmancî napeyivin.
Îcar heger kurd li Wêranşarê û li Qoserê hewasî asîmîle bûbin, li bajarên din
tew xerabtir e. Yek, du îstîsna hebin jî felaketa hatiye serê me sivik nake,
naguhere.
Tiştê ez dibînim kurdên Kurdistana Bakur ji asîmîlebûnê, ji tirkbûnê ne aciz
in, dixwazin bibin tirk. Ev yek ne ji mecbûrî ye, ne ji ber nezanî û cahiliyê
ye, însan bi zanetî, bi eşq, bi dilxwazî tirkî dipeyivin û kurdî napeyivin û
fêrî zarokên xwe jî nakin.
Gava piraniya miletekî, ciwanên miletekî, keç û jinên miletekî nexwazin li
zimanê xwe bepeyivin, li nasnameya xwe xwedî derkevin tu kes nikane wî miletî
ji helandinê, wendabûnê xelas bike.
Hebûna me kurdên Kurdistana Bakur di talûkê da ye, piraniya nufûsa me ewê bibe
tirk.
Hêvî dikim di demeke nêz da em mafekî netewî bi dest xin, heger ev proses dirêj
bike hebûna me di xeterê da ye. Xwedê kir kurdên din hene, bi xêra hebûna
kurdên başûr, rojava û rojhilat kurd ewê hebûna xwe bidomînin û bibin xwedî
dewlet.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar