23 juli 2025

Em kurdên Kurdistana Bakur çim teslîmî asîmîlasyonê bûn?

Asîmîlasyon proseseke meriv hêdî hêdî dihele, dev ji ziman û kultura xwe berdide, dibe beşek ji kultura miletê di piraniyê da ye.

Numûneya herî berbiçav jî kurdên Kurdistana Bakur in. Kurd hêdî hêdî dev ji ziman û kultura xwe berdidin, dibin malê ziman û kultura tirkî. Yanî bi wextê ra dibin tirk.

Di 50 salên dawî da herî kêm 4-5 milyon zarok û ciwanên kurd asîmîle bûn, bûn tirk.

Ev proses nuha pir bi lez dimeşe. Herin li bajarên Kurdistanê bigerin hûn vê rastiyê bibînin. Zimanê bazarê tirkî ye.Kurdên kurdî zanin jî bi hev ra tirkî dipeyivin

Kurdên bajarî asîmîle bûn, yên mane jî hêdî hêdî dibin. Nuha dor hatiye gundîyan, gundî dixwazin zûtir ji kurdî xelas bibin, zimanê wan bibe tirkî.
Êdî dengbêjên me, stranbêjên me ewê tunebin. Emê li ber muzîka tirkî ya çildim-bildim bidin çindik û lotikan. 

Ṣikir ezê wê rojê nebînim.

Em yên li dijî asîmîlasyonê, yên naxwazin bibin tirk emê teslîm nebin, emê li ber xwe bidin. Ya emê vê rewşa malwêran biguherin, ya jî qeweta me, xebta me ewê têrê neke û tirkên bi ser kevin, me hêdî, hêdî bikin tirk.
Ne rast e em qala vê realîta malkambax nekin. Belkî tesîra qêrîn û hawara me li hin kesan bibe û li zimanê xwe vegerin.

XXX

Gava meriv bizanibe tiştê meriv dike ne rast e, ne baş e, şaş e, lê meriv dîsa jî dev jê bernede kêmaqilî ye, dînîtî ye.

Israrkirina di şaşiyê da ehmeqî ye. Her kes carna kane şaşiyê bike, lê gava meriv bi şaşiya xwe hesiya dibê dev jê berde. Yê di şaşiya xwe da israr bike ewê li zirarê derkeve.

Ji ber israra di riya şaş da me malik li xwe viritandiye.
Mesela her kes zane asîmîlasyona xerab e, dibê meriv li dijî asîmîlasyonê be, lê di praktîkê da ew zarokên xwe asîmîle dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar