Serokê
partiya MHP´ê Develet Bahçeliyê irqçî, pantirkîst gotiye,
”bira yekî kurd û yekî
elewî bibin alîkarên serokkomarê
Tirkiyê.”
Kêfa hin
kesan ji vê bertîla Devlet Bahçelî ya ji bo fetisandina
kurdên Kurdistana Rojava ra hatiye, nîv henek, nîv cidî pesnê
Bahçelî dane.
Bira alîkarî li wir bimîne, kurd bûn serokê Tirkiyê. Îsmet Înunu,
Cemal Gursel, Turgut Ozal kurd
bûn, çi feydeya wan gîha kurdan?
Îsmet Înunu ji Ataturk bêtir neyartiya kurdan kir û tiştên nemayî anî serê kurdan. Di dema wî da ji bo her gotineke kurdî ceza dihat birrrîn.
Turgut Ozal ji bo ku tirkan nede kuştin, kurdan bi hev bide kuştin, di sala 1985´a da sîstema cahşên gundan çêkir.
Yanî gişan jî wek serokên dewleta tirkan Tirkiye parastin û şerê kurdan kirin; mafekî herî biçûk jî nedan kurdan.
Kudê doza mafê kurdan kir serê wî pelçiqandin, mohra terorîstiyê lêxistin.
Li Tirkiyê kurd serokerkanê artêşa tirk bin jî, genaral bin jî, alîkarê serokkomar bin jî mecbûr in antî kurd bin û şerê kurdan bikin.
Li vê Tirkiya nuha kurd bibin çi jî boş e, vala ye, ew mamûr û nûnerên dewleta tirk in.
Ji bo ku li Tirkiyê kurd bibin nûnerên xwe, bibin mamûrên xwe, miletê xwe temsîl bikin, dibê Kurdistan hebe, dibê meclîseke kurdan hebe. Erdogan bi xwe kurd be jî ji bo kurdan ferq nake, li gorî qanûnên Tirkiyê ew tirk e û serokê tirkan e.
Tiştê emê ji tirkan, ji Bahçelî, ji Erdogan û ji dewleta wan bixwazin ne alîkariya serokkomar e, naskirina miletê kurd e, qebûlkirina statuyeke netewî ye, federasyon e, otonomî ye.
Ez zêde dirêj nekim, kurd li Tirkiyê, di dewleta tirkan da bibin çi jî ji bo kurdan bi qasî misqalekî fêde û qîmeteke wê tune ye, çimkî dewlet ne ya kurdan e, ya tirkan e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar