24 juli 2025

Dizên me ji malê ne

Li ku derê tirkekî irqçî, pantirkîst, neyarê kurdan hebe diherin dibînin, derdixin telewîzyonên xwe, jê aqil digrin, heqaret û zirzopiyên wî bi kurdan didin guhdarîkirin.

We qet dîtiye telewîzyoneke tirk li ser siyaseta Tirkiyê û mesela kurd bi kurdekî ji beşekî din Kurdistanê, bi siyasetmedarekî ji Kurdistana Başûr, Rojava û Rojhilat ra hevpeyvîn kiribe?

Tirk tenezulî tiştekî wiha nakin, çimkî rast nabînin ji neyarê xwe aqil bigrin, dîtinên kurdekî bi gelê xwe bidin guhdarîkirin.

Tirkekî herî kêmaqil jî rê nade kurdekî nasyonalîst di telewîzyona wî da fikrê xwe bibêje.

Yên me bi taybetî tirkên zêde neyarên kurdan di telewîzyonên xwe da didin peyivandin. Mesela Rûdaw viya bi dil û can dike. 

Di nava her miletî da merivên pîs, destikên neyar, xayin hene. Yên me kurdan li bakur, li başûr û li rojavayê Kurdistanê gelek siyasetmedar û serokên me bûne destik, heval û rêberên dagirkeran. 

Masî ji serî genî dibe. Yê me kurdên Kurdistana Bakur û Başûr jî serek kef in, qelp in, di bin ra hevalên neyar in.

Yên kurd perîşan kirine, yên nahêlin em zora dagirkeran bibin ew in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar