Tirkiyê di deqîqeya dawî da civîna ewê li Parîsê di nabêna HSD´ê, hukûmeta Sûriyê û nûnerê Amerîkayê Tom Barrack da çêbiba betal kir, neda çêkirin.
Do ewê li Parîsê di nabêna heyeta HSD´ê, heyeta hukûmeta Sûriyê û nûnerê Amerîkayê Tom
Barrack da civînek çêbiba. Mezlûm Ebdî jî ewê beşdarî civînê biba.
Di seeta dawî da ji ber beşdarnebûna nûnerên Sûriyê civîn, betal bû, nehat çêkirin.
Tirkiyê berê destûr da çeteyên xwe yên HTŞ´ê,
lê dûra poşman bûn, ji wan ra gotin neçin.
Tirkiye naxwaze HSD, Mezlûm Ebdî wek nûnerên miletê kurd beşdarî civîneke wiha muhîm bibin, kurd bi serokê Fransayê Emmanuel Macron
ra, bi nûnerê Amerîkayê yê Sûriyê Tom
Barrack ra rûnin û riyên çareseriya mesela kurd û Kurdistanê minaqaşe bikin.
Hedef û armanca Tirkiyê hîn jî li Sûriyê têkbirina desthilata, statuya kurda
ye. Heger bi siyasetê, bi alîkariya Evdila Ocalan nikanibin hukûmeta Kurdistana Rojava xera bikin, ewê ya bi xwe, ya jî bi çeteyên HTŞ´ê êrîşî kurdan bikin.
Jixwe Hakan Fîdan got, dibê ji kurdan ra otonomî çênebe, di rewşeke wiha da emê midaxele bikin. Nuha dixwazin bi alîkariya Evdila Ocalan bigihîjin armanca xwe. Lê ku ew nebe ewê êrîş bikin û demagojiya "pêvajoya nuh" jî ewê biqede.
Sebeba hevdîtinên bi Evdila Oclan ra, demagojiyên li ser ”pêvajoya nuh” tên
kirin hemû ji bo ku îdareya kurdan a li Kurdistana Rojava xera bikin.
Berê jî wisa bû, nuha jî wisa ye, dewleta, miletê herî pir neyartiya kurdan
dike, herî pir êrîşkar û agresîv e Tirkiye ye, tirk in.
XXX
Camêrekî gotiye, biryarên baş bi xêra serpêhatiyan,
tecrûbeyan tên girtin. Tecrûbe jî bi xêra biryarên xerab çêdibe.
Gotineke rast e, lê ne ji bo her kesî ye. Yên ji şaşiyên
xwe, ji serpêhatiyên xwe tu carî dersê, êqil nagirin jî hene. Ew jî
siyasetmedar û serokên me ne.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar