25 juli 2025

Ji kûrika malê tiştên pir hêja derketin


Xinimê îro ji qulik û kûrikên malê hin tiştên entîke, pir hêja derxistin. Ji gişan bîna Qerejdaxê, bîna gundê Malwêrîn û bîna xaltiya min Zeynê û Meyrê, dengê kirkîtê wan tê.

Yek heqîb e, yek têr e, hersiyên din jî cil û çewal in.
Ev çendik û çend sal in xanimê veşartine, bi xêra barkirinê îro derketin ronahiyê.

Gişk tevnên bi kirkît û destên xaltiyên min Zeynê, Meyrê û xwesîya min Şemsê hatine çêkirin û diyarî xanimê kirine.


Xaltiya min Zeyna rahmetî, Meyrê û xwesiya min Şemsê tevnkirinê baş bûn. Diya min a rehmetî jî tenkir bû, lê ne bi qasî wan, wê merş û cilên hişk çêdikir. Yên din kanîbûn berr, tevnên rengîn, nexşîn çêkirina.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar