Nivîskar, şair, rexnegirê
îngilîz John Ruskin gotiye, ”Li dinyayê gelek dînên ji hev cihê
hene. Her dînek li gorî xwe rîtuelên xwe, îbadet û baweriyên xwe hene.
Lê belê exlaq tenê yek e.
Merivên bêexlaq dînê wan hebe çi ye,
tunebe çi ye?”
Rast e, merivê bêexlaq dînê wî çi be jî ne nuhîm e, çimkî bêexlaq e,
her xerabî, her nerindî ji merivê bêexlaq tê û
bêteredut dike.
Hin prensîbên exlaqî yên baş
û xerab, rast û çewt ji bo hemû dînan û hemû însanan hene.
Qîmeta rastîn a dînekî, ya
baweriyekê prensîbên exlaqî çiqasî baş
temsîl dike û di praktîkê da çiqasî bi cî tîne.
Dîn, bawerî, îdeolojî însên baş nake, yê însên baş û xerab dike exlaq e,
praktîk, emel e.
Talîban li Afganîstanî jin, kesên nej i xwe êsîr girtine, nahêlin jin perwerde
bibin, bixebitin, ruyê xwe nîşan bidin, li ber pacê rûnin.
Elqaîdê, Daîşê bi navê îslamê serî jêkirin, însan şewitandin, bi hezaran jinên
kurdên êzdî revandin, li mazatan firotin hev.
Li Sûriyê terorîstên HTŞ´ê durzîyan, nuseyrîyan, elewîyan, kesên ne ji xwe
îşkence dikin, dikujin, rî û simêlên kalan jêdikin.
Meleyên faşîst li Îranê, li Kurdistanê zulmeke nedîtî li însanan dikin, rojê
çend kesan îdam dikin. Ji ber ku biskê jinekê xuya dike îşkence dikin, dikujin.
Li Tirkiyê hêzên îslamî kurd fetisandine, bi hezaran kurd di zindanên wan da
seqet bûn, gelek mirin.
Tu mafekî kurdan qebûl
nakin, dibêjin gerek hûn bibin tirk. Bi dagirkeriya Kurdistana Bakur qîma xwe
naynin, êrîşî Kurdistana Rojava jî dikin. Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Sipî dagir
kirin.
Bi sedan kurd kuştin, bi
dehhezaran bi çolan xistin. Nuha jî dibêjin gerek kurdên rojava jî wek yên
bakur nebin xwedî mafekî netewî, bindest û êsîrên ereban bimînin.
Van hemû misilman in û xwe ji însanên ne bawermend, ne dîndar baştir dibînin.
Exlaq, însanîyet sifir e, lê dîsa bi çavê milyaketan li xwe dinêrin.
Welhasilî kelam, ya muhîm ne dîn, îman, bawerî û kîjan îdeolojîyê diparêze,
exlaq e, însanîyet e, qebûlkirina azadiyê û demokrasiyê ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar