Me îro karekî pir baş û bi feyde kir. Me îro dara xwe ya qeresiyê(vîşneyê) cara dawî rûçikand.
Çend roj in Stockholm pir germ e. Qeresiyên (vîşneyên)me zû gîhan.
Min ji nişka ve got xanim, rabe emê qeresiyên xwe top kin, reçela xwe çêkin û
bi xwe ra bibin xaniyê xwe yê nuh.
Xanimê berê du dilî kir, got bira bimîne sibe, lê min zor dayê, got baş e. Û me dest bi karê xwe kir.
Îsal him pir girtiye, him jî li gorî salên berê gir(mezin) in.
Min got heyf e, bira bi darê va nemîne. Emê cara dawî reçela wê bixun. Bira ev jî bibe bîranîna dawî.
Em her sal 9-10 şûşe reçel ji qerseyên(vîşneyên wê çêdikin. Him dixun, him jî didin zarokan û hin hevalan.
Tahma reçela wê pir xweş e, her sal em pê xenê dibin. Em şekir zêde nakinê, reçela miz xweştir e.
XXX
Em ji ber baranê filitîn. Em ji ger û alvêra xwe çer gihîştin
mal, min qahwe dar û li hewşê xwe bera ser kursiyê da û baranê got guj. Nuha
xweş dibare.
Telefona min derew kir, got ewr e, lê baran tune ye. Rast
derneket.
Lê ya baş em şil nebûn, me xwe zip û zuha gîhand malika xwe.
Nuha ezê herim bin terasê û li ximîna baranê gudarî bikim.
Dengê ximîna baranê wek şiklekî muzî ye.
Çaxa kêm û zêde dibe dengekî xweş e.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar